ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cejna Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna Çarşema Sor a êzidiyan peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hat bi bîrixstin ku êzidî ji gel û pêkhateyên herî qedîm û resen ên Mezopotamyayê ne, bi mîrasa xwe ya çandî û nirxên xwe yên mirovî roleke mezin di pêşxistina şaristaniya mirovahiyê de lîst.

Di peyamê de hate diyarkirin ku ruxmî gelek fermanên bi armanca îmhayê û ruxmî komkujiyên li ser wan hatin kirin, lê êzidiyan nirxên xwe parastin.

Di dewamê de behsa jenosida Şengalê û komkujiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ û hevkarên wê ve li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li dijî êzidiyan bi taybetî û gel Kurd bi giştî hate kirin û hate gotin: “Sûcên herî hovane wekî kuştin, destdirêjî û girtina jinan hatin kirin. Ev sûc ên qirkirina etnîkî û sûcên dijî mirovahiyê ne ku xaleke reş li eniyê mirovahiyê ye.”

Cejna Çarşema Sor li tevahî êzidiyan hat pîrozkirin û hate gotin: “Em bi hêvî ne ku ev cejn bi wate û nirxên xwe yên nûjebûnê bibe wesîleya pêşxistina nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê, kewandina birînên gelên Sûriyeyê.”

Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî yên têkildar hat kirin ku civaka êzidî û mîraseya wê ya çandî biparêzin û banga vegerandina xelkên resen ên Efrê û Girê Spî li warên wan hat kirin.

Back to top button