ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Tevî êrişan jî em ê projeya xwe ya demokratîk bi pêş bixin

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li pêş hewldanên wan ên domandina têkoşînê, parastina destkeftiyan, pêşxistina projeya demokratîk, bidawîkirina dagirkeriyê û têkoşîna li dijî terorê nabin bend.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker duh bi sibê careke din bi balafirên bêmirov û yên biçek êriş navendeke xizmetguzariyê li bajarokê Rimêlanê kir û 2 erebe li Qamişloyê kirin hedef. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 5 din jî birîndar bûn.”

Rêveberiyê di daxuyaniyê de îşaret bi armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker kir û wiha domand: “Armanca wê, têkbirina ewlehiya herêmê û hewldanên tunekirina DAIŞ`ê, bi taybet piştî operasyonên serkeftî yên QSD û têkoşîn a li dijî terorê yên bi koordîneya Koalîsyona Navneteweyî, rêgirtina li pêşiya tunekirina DAIŞ`ê û girtina serçeteyên wê ye.”

Rêveberiya Xweser hedefgirtina navendên xizmetguzariyê û binesaziya herêmê bi sûcên şer navandin ku armanca wê, têkbirina kar û xebatên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo ku ximzeta gel nekin.

Rêveberiyê sersaxî da malbatên şehîdên êrişan û hêvî kir birîndar şîfa bibin û siyaseta terorê û qirkirinê ya ku dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne, şermezar kir.

Her wiha Rêveberiyê bêdengiya navneteweyî li hember van sûcan, şermezar kir û di heman demê de bang li wan kir ku bê deng nemînin û ji bo rêgirtina li pêşiya van sûcan, helwestên cidî nîşan bidin.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser got tevî êrişan lê têkoşîna wan ji bo parastina destkeftiyan û pêşxistina projeya demokratîk, bidawîkirina dagirkeriyê û tunekirina terorê berdewam e. Rêveberiyê bang li gel kir ku hevgirtina xwe xurttir bikin û ji bo parastina destkeftiyan, berxwedanê mezin bikin.

ANHA

Back to top button