ManşêtNûçe

Partiyên siyasî hevserokatiya nû ya partiya me pîroz dikin

Îro, hin partiyên siyasî serdana navenda giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li bajarê Qamişlo kirin, bi boneya pîrozkirina li dar xistina kongreyê 9’emîn û hilbijartina hevserokatiya nû ya partiyê.

Partiya Guhertina Demokratîk, Partiya Biratî û Yekîtiya Niştimanî ya Azad, Asiya Abûllah û Salih Muslim pîroz kirin bi hevserokatiya nû ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD.

Di der barê serdanê de her du aliyan çend mijar nîqaş kirin yên têkildarî herêmê, ya girîng rewşa siyasî ya ku li herêmê çêdibe di demên dawî de, bi berdewamiya gefên dewleta Tirk yên rojane li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya.

Her du aliyan destnîşan kirin di dawiya serdanê de li ser pêwistiya berfireh kirina têkiliyan bi hêzên navdewletî û tevahiya partiyên siyasî re ji bo gihaştina çareseriyek aştiyane ku misogeriya parastina mafên tevahiya pêkhateyan bike.

Back to top button