ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Kobanê ji bo cîhanê veghurî mîraseke mirovahiyê

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bajarê Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî û bi saya şervanên YPG/YPJ`ê ji bo gelê me veguherî mîraseke lehengiyê, ji bo tevahî cîhanê jî veguherî mîraseke mirovahiyê. Li Kobanê rêxistina DAIŞ`ê hat şikandin û ruxmî piştgiriya yekser a dewleta Tirk jî, ji armanca xwe ya avakirina dewleta Îslamê li Şam û Iraqê paşde gav avêt.

1`ê Mijdarê (Roja Kobanê ya Cîhanê) ku gelên cîhanê ji bo piştevaniya Kobanê daketin qadan, di dîroka Rojhilata Navîn a nûjen de bûyereke dîrokî ye, her wiha gaveke girîng e ji bo piştgiriya gelan ji hev re di têkoşîna azadî û demokrasiyê de.

Di salvegera 9`emîn a rizgarkirina Kobanê û di Roja Kobanê ya Cîhanê de, em carek din spasiya gelê xwe dikin ku helwesteke dîrokî nîşan da. Mîrasê berxwedana Kobanê mîraseke mirovahiyê ye û ji bo gelên azadîxwaz û demokratîk destkeftî ye. Her wiha em spasiya hemû pêkhateyên gelê me yê Sûriyeyê, Kurdistanê û enternasyonalîstên azadîxwaz ên ku xwedî li Kobanê derketine dikin.

Lê belê ji bo rakirina tola terora cîhanî (DAIŞ) hê jî herêmên me û di nav de Kobanê bi gef û êrişan re rû bi rû ne. Dewleta Tirk êrişî herêmên me dike, sûcan pêk tîne, binesaziyê xira dike û gefê li aramî û ewlehiya wê dixwe. Her wiha gefê li destkeftiyên li dijî DAIŞ`ê û terorê hatine bidestxistin dixwe.

Em piştgiriya cîhanî ji bo Kobanê bi nirx dibînin. Parastina destkeftiyan bi berdewamkirina van helwestên piştgiriya şoreşa gelê me û şerê wî yê li dijî terorê dikin, sekinandina li hember dewleta Tirk, teşhîrkirina siyasetên wê û piştgiriya wê ji terorê re û vekirina lêpirsînê der barê qirkirina ku li dijî gelê me pêk tîne, pêkan e.

Em ji gelê xwe re dibêjin ku mîrasa berxwedanê ya Kobanê û meşa şehîdên Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibe ronahiya biryar û îradeya me ya ji bo bidestxistina daxwazên gelê me û parastina pêkhateyên gelê me. Her Wiha dê rê li ber rizgarkirina herêmên me yên dagîrkirî û berdewamkirina şerê li dijî terorê û fitneyê veke. Em bawer in ku gelê me dê bi vîna xwe serkeftinê pêk bîne, herêmên dagirkirî rizgar bike û Sûriyeya yekgirtî ava bike.”

Back to top button