Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro weşandiye, rojên pêncşem û şemiyê şandeyek ji hikumeta Brîtanyayê serdana herêmê kir.
Li gorî malperê, şande ji konsolosê giştî yê Brîtanyayê yê Hêwlerê Catherine Shaw, sekreterê yekem ê kar û barên siyasî li nivîsgeha Qraltiya Yekbûyî ya kar û barên Sûriyeyê Andy Scott û sekreterê duyem ê kar û barên siyasî li Qraltiyê Nicola Moss û şandeya pê re, pêk dihat.
Şandeya Brîtanyayê ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robel Beho, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ′ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.
Robel Beho êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegotin û diyar kir ku dewleta Tirk binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzarî dike armanc. Robel Beho destnîşan kir ku êriş rewşa mirovî xirab dikin û şêniyan ber bi koçberiyê ve dehf didin.
Beho anî ziman ku DAIŞ sûdê ji êrişên dewleta Tirk digire û bang li civaka navnetweyî kir ku der barê dosyaya DAIŞ′iyên girtî û malbatên wan de erkên xwe bi cih bîne.
Nicola Moss pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254′an wek rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û mîsogerkirina ewlehî û aştiya mayînde nirxand.
Di dawiya hevdîtinê de Rêveberiya Xweser jinek û 5 zarokên ji malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên xwedî nasnameyên brîtanî, radestî şandeyê kirin.