ManşêtNûçe

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Firatê: Berxwedana Kobanê doza Kurd kir dozeke navneteweyî

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê xwend ku tê de bi dehan endamên saziyên sivîl ên Firatê amade bûn.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Di dema êrişa li ser Kobanê de ku ji 3 aliyan ve ji hêla çeteyên DAIŞ’ê dorpêçkirîbû artêşa Tirk jî ji aliyê çaremîn ve destwerdan kir û bajarê dorpêç kir. Desteka çeteyan bi çekan kir û li pişt sînor li benda hilweşîna bajar bû. Lê bi berxwedana şêniyên bajêr hêviyên dewleta Tirk têk çûn û çete hatin têkbirin.

Berxwedana ku welatiyên herêmê li Kobanê raber kiriye wijdana cîhanê şiyar kir û hişt Koalîsyona Navneteweyî desteka asîmanî bide şervanan. Ev berxwedan di dîroka rizgarî û têkbirina terorê de bû qonaxek. Ji ber ciwan, jin, YPJ û YPG’ê li hember dagirkeriyê li ber xwe da, di demekê de ku cîhanê li hember pêşketina çeteyan li xaka Sûriyê û Iraqê aciz bûbû, pêk hat.

Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst di bin ala xwe de hemû çeteyên li cîhanê kom kirin ku armanca wê têkbirin û qirkirina kurdan bû. Lê kurdistaniyên li 4 parçeyan berê xwe da Kobanê û parastina wê kir.

Em şehîdên berxwedana Serzorî ku teslîmbûyîn red kir û heta şehadetê li ber xwe da bi bîr tînin.

Berxwedana Kobanê doza Kurd di civînên navneteweyî de kir dozeke navneteweyî û êdî bû tova rizgarkirinê ku ji wir Minbic, Tebqa û Reqayê hatin rizgarkirin û di Baxozê de teror hate têkbirin.

Em bang li welatiyên herêmê dikin ku destkeftiyên bi saya şehîdan ên ber bi welatekî azad ve pêk hatine biparêzin û bizanin ku şerê dewleta Tirk ne kêmî şerê ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî wan ragihandiye.”

Di 15’ê Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ji hemû aliyan ve bi armanca dagirkirina bajêr û qirkirina şêniyên wê, êrişî Kobanê kir. Lê piştî berxwedana zêdetirî 4 mehan, YPJ û YPG’ê çete têk birin û dest bi operasyonên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ’ê kir.

ANHA

Back to top button