ManşêtNûçe

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li hêzên navneteweyî kir ku hemwelatiyên xwe vegerîne

Îro bi civîneke çapemeniyê ku hejmareke fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tê de amade bûn, qonaxa duyemîn a pêngava ku di 25`ê Tebaxê de hatibû ragihandin, hat bidawîkirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku hêzên beşdarî qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bûne, karîbûn ku “Koma El Hesbê” û “Eşbal El Xîlafe” bê bandor kirin.

Her wiha bal kişand ser têkiliyên xurt ên di navbera çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker de, piştevanî û prespektîvên ku şaneyên DAIŞ`ê ji herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê digirtin.

Di daxuyaniyê de berpirsiyariyên hêzên navneteweyî li hember xeteriya DAIŞ`ê û hêzên destekê didinê bi taybet dewleta Tirk a dagirker hatin bibîrxistin.

Dîsa amaje bi wê yekê hat kirin ku karmendên hin rêxistinan “Bihar” çek dane şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê.

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sozdar Xelîl daxuyanî xwend û tê de wiha hat gotin:

ʹʹDi destpêkê de em hevrêyên xwe yên şehîd Cesûr Xebat û Ûdey Cûneydiyê yên ku di Operasyona Mirovî û Ewlekahî ya kampa Holê de di pevçûnekê li dijî şaneyeke terorîst a çekdar  ku girêdayî DAIŞ’ê  bû,  xwe feda kirin û şehîd bûn, bi bîr tînin.

Di 25`ê Tebaxa borî de, hêzên me bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî li kampa Holê – rojhilatê Hesekê, da destpêkirin. Armanca operasyênê şopandina şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê zuwa bikin,  jîngeh û şert û mercên ku jê sûdê werdigirin di pêkanîna êrişên terorîstî de li dijî nişteciyên kampê, rêxistinên mirovî û hêzên ewlehiyê yên ser bi parastina kampê ne, operasyon 24 rojan berdewam kir û gelek encamên berbiçav hatin bidestxistin. Encamên operasyonê ev in:

Operasyon di demên dawê de ji ber gef û êrişên dewleta Tirk û mijûlbûna hêzên me bi parastina herêmê û niştecehên wê ji wan êrişan hat paşxistin.  Ev yek bû sedema zêdebûna metirsiyên şaneyên DASIŞ`ê.

Pêwîstî: Operasyon piştî zêdebûna kuştin û îşkenceyê ku şaneyên terorîst li dijî niştecihên kampê yên ku nexwestin tev li girseya rêxistina terorê bibin, dest pê kir. ji ber ku van şaneyan cezayê îdamê li şêniyan dabûn û di nav wan de teror û tirs belav kiribûn. Li ser wan dihat ferzkirin, yan ew ê tev li hucreyên wê bibin an jî wê bi îşkenceyên hovane û kuştinê re rû bi rû bimînin, ku digihêje tawanên li dijî mirovahiyê. Her wiha hejmara qurbaniyan tenê di vê salê de gihîştiye 44 kuştî ji niştîcehên bêguneh, karmendên rêxistinan û gelek bûyerên îşkence yê. Şaneyên terorîst û bi taybet jinên rêxistinê di dema dawî de, bêbaweriya hejmareke mezin a nişticeh, jin û zarokên wan, ragihandin ku li lîsteya xwe ya tesfiyekirinê de bicih kiribûn û li ser wan hemû rêbazên zext, gefxwarin û tehdîd dihat meşandi. Bi mebesta an wê hukimê wan qebûl bikin an jî ji kampê derkevin û bê stargeh bimînin.

Kampa Holê jî beşek ji plana DAIŞ`ê bû, ku dê wê kontrol bikin. Di heman dema ku  êriş li ser zindana Sînaa pêk anî bûn.  Şaneyên terorîst di wê demê de hewl didan ku derbasî nav kampê û derdora wê bibin, lê tedbîrên ewlehiyê yên bilez ji aliyê hêzên me ve û  bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, êrişa plankirî ya li hundir û derveyî kampê hat têk birin. Lê şaneyên DAIŞʹê ji bo bicihkirina planên xwe tevgerandina xwe berdewam kirin, bi taybet di dema  êriş û gefên dawiyê ya dewleta Tirk, ev yek hevkariya di navbera her du aliyan de, eşkere dike.

Di operasyonê de û li hember vê yekê, hêzên me karîbûn yekser encaman bi dest bixin û gelek kesên ku destê wan di kuştin , îşkence û di belavkirina terorê de hene, hatin girtin. jiyana gelek  kesên ku navê wan di lîsteya tesfiye yê ya DAIŞʹê de hebûn, ewle kir û ew veguheztin cihên ewletir, ji bilî têkbirina gelek plansazên êrişan, berpirsên danûstandina bi şaneyên terorîst yên li derve re dikirin, hatin girtin.

Rêxistina terorîst bi taybetî xwe dispêre jin û zarokan ku wekî çavkaniyên rasteqîn in ên ku rasterast bi serkirdeyên DAIŞ`ê ve girêdayî ne, ji bo parastin û belavkirina bîrdoziya terorîst a DAIŞ`ê li kampê, ji bo vê yekê û bi rêbazên hovane yên tolhildanê jinên rêxistinê gelek danişîn û kursên qanûnî ji bo perwerdekirinê li dar xistin û îdeolojiya xwe ya terorîst belav dikirin.

Rêxistinê rê li ber îstismarkirina zarokan, bi taybetî yên temenê wan jêrî ji heşt salî, di rolên muhtemel ên şer de vedikir û ji bo vê yekê jî gelek hewldan ji bo ji nû ve perwerdekirin û damezrandina rêxistina bi navê “Eşbal El Xilafê” li gel dezgeha bi navê “Hesba Jinan” kir da ku berpirsiyarê gelek kuştin û tirsandinê bû. Her wiha jinên rêxistinê asta peywendiya bi jinên din û zarokên wan re bilind kirin û bi gotinên hestiyar an jî bi gefên devkî hewl dan wan bikişînin nava xwe.

Hêzên me gelek nuqteyên ku ji aliyê rêxistinê ve ji bo îdeolojiya terorîzmê hatibûn veqetandin, rûxandin. Gelek jinên herî metirsîdar ên ku di demê dawê de erkên perwerdekirin û kişandina hêmanên li hundir û derveyî kampê girtin ser milên xwe. Her wiha hêzên me jî dezgeha ʹʹHesba a jinanʹʹ û berpirsên ʹʹEşbal El Xîlafêʹʹ, têk birin.

Jinên rêxistina terorê çavkanî û berhemên pêşkêşkirî bi awayekî nebaş bi kar anîn, bi taybetî veguhestina pere û  veguhestina agahiyan, teşwîqkirina şaneyan û girêdana wan bi hev re li hundir û derveyê kampê,  bi taybet herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, wek wergirtina pilan û bernameyan ji bo belavkirina kaosê di kampê de û amadekirina êrişên terorîstî û hewildanên revê û wergirtina pereyên ku alîkariya wan dike ji bo kişandina ciwanan. Her wiha di lêkolînên destpêkê de hêzên me navnîşan û navên hin ji hêsankerên operesyonên fînansekirina şaneyên terorîst û veguhestina pereyan di kampê de bi dest xistin. Di operasyonên hevbeş ên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navneteweyî de û 3 ji wan li Hesekê û bajarokê Holê hatin girtin

Çekên ku hatin dîtin: Di operasyonê de hêzên me dest danîn ser gelek çek, di nav wan de bombe, çekên navîn, çekên bê deng û guleyên ku şaneyên rêxistinê di operasyonên xwe yên terorîstî de bi kar anîne. Hêzên me gelek tunel û xendeqên neqediyayî jî dîtin, şaneyên ku çek û tiştan vedişêrin an jî hewl didin ku li kampê birêve bibin, hatin ruxandin.

Di lêpirsînan de, sê çavkaniyên çekên ku li kampê di destê şaneyên terorîstî de bûn, hatin piştrastkirin. Çavkaniya yekem ew e ku beşek ji karmendên rêxistinan bi taybet karmendên Rêxistina Behar, bi anîna çek,  pereyan û qaçaxçîtiya  jin û endamên rêxistina  DAIŞ`ê ve mijûl bûne. Çavkaniya duyem jî çek û bombeyên ferdî ne, ku jin û zarokên rêxistinê di dema veguhestina xwe ji Baxozê di nav tiştên xwe û cilên xwe de veşartibûn, weke teknîkên ewlekarî yên berdest, her wiha şert û mercên zehmet ên lojîstîkî û ewlekarî di wê demê de û hejmareke zêde ya jin û zarokan û hewcedariyên wan, di wê demê de alîkarî neda eşkerekirina wan. Her wiha çavkaniya sêyemîn jî, rêxistina terorîst  ji hemû derfetên ku pêşkêşî niştîcehan dihat kirin, sûd werdigirtin da ku niştecihan bitirsînin û teslîmiyetê li wan ferz bikin.

Jinên êzidî yên revandî: Di Operasyona Mirovî û Ewlehî de, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) du keçên êzidî ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û ew veguhestin hawirdoreke ewle, ku hejmareke jin û zarokên êzidî yên hatin rizgarkirin, têde dimînin.  Di nava 4 salan de ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin zêdetirî 200 kesên êzidî li kampê, hatine rizgarkirin.

YPJ`ê ji bo ku bi lez xwe bigihînin van jinan û wan rizgar bike rastî gelek astengiyan hatin, ya herî girîng tirsa jinan ji eşkerekirina nasnameya xwe û nenaskirina nasnameyên biyanî ye, ku rê li ber asîmîlekirina şêwazê jiyana jinên DAIŞ`ê vekir da ku jiyana xwe biparêzin. Jinên êzidî di bin zexta gefên jinên DAIŞ’ê de ne, nebûna dane, wêneyan û şopa tiliyên van jinan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, nebûna hevkariyeke têr ji aliyê rayedarên iraqî ve di vî warî de, ji ber ku dizanin ku xebatên lêgerînê dê berdewam bin heta ku hemû jinên êzidî  bên azadkirin.

Di heman der barê de, Yekîneyên Parastina Jin çar jinên ne êzidî yên ku bi zincîran hatibûn girêdan û rastî îşkenceyên hovane ji aliyê jinên DAIŞ`ê ve hatibûn kirin, hatin xelaskirin. Ji ber ku heta niha lêpirsîn berdewam in ji bo eşkerekirina rastî û berpirsên wan bûyeran.

6  – Aliyê mirovahî:  Hêzên me yên ku di pêvajoya lêgerîn û komkirinê de rastî metirsiyên şaneyên terorîstî hatin, bi hesasiyeteke zêde nêzî aliyên mirovî yên di hundirê kampê de bûn, û garantiyên pratîkî dan ku herikîna alîkariyên mirovî ji bo niştîcehan berdewam bike. Bi heman lez û asta berê û alîkariyên zêde jî ji para endamên xwe ji bo hin malbatên hewcedar re şandin.

Tevî provokasyonên şaneyên rêxistinê, bi taybetî jinên wê, ku hewl dan hêzên me bi pirsgirêkên alîkî ve mijûl bibin da ku operasyonê tevlihev bikin û alîkariya şaneyên terorîst bikin da ku xwe veşêrin û birevin. Operasyon bê kêmasî derbas bû. Teknolojiya ewlehiyê têra xwe ji bo rûbirûbûna diyardeyên wiha, ji bilî cihê hêmanan, şaneyên terorîst neçar bûn ku cilên jinan li xwe bikin da ku xwe veşêrin, lê ev yek nebû asteng ku hêzên me wan tesbît bikin,  liv û tevgerê felc bike û nehêle ku ew zirarê bidin niştecihan.

Erkên navneteweyî: Hêzên me û Hêzên Sûriya Demokratîk di dema dawê de tevî ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bersivê didin, ji bo pêşîgirtina li teqîna bombeya demkî ya li kampa Holê, berdêlên mezin dan û di başkirina jiyana niştecihan de tevî metirsiyên şaneyên DAIŞ`ê û di dema operasyona mirovî û ewlehî de jî hat rakirin, lê hîna metirsî berdewam e, li ser vî esasî  pêwîst e civaka navdewletî ku asta cidiyeta gefên li kampê di dema dawê de kêm kiriye, di vî warî de em bang li welatên ku hemwelatiyên wan di kampê de hene, ku wan veguhezînin warên xwe û nehêlin  ku ew ji îstismarkirin û leşkerkirina DAIŞ’ê re metirsîdar bin.

Her wiha em bang li aliyên pêwendîdar ên navneteweyî dikin ku têkiliya organîk ya di dema dawî de di navbera îstixbarata Tirk û şaneyên rêxistina DAIŞʹê yên li hundir û derveyê kampê de heye, bibînin. Pêkanîna operasyonên terorîstî an jî hewildanên qaçaxcîtiya endam û malbatên wan ji bo herêmên dagirkirî, nûjenkirina  û bicihkirina wan di êrîşên muhtemel ên dewleta Tirk de li dijî herêmên me, mîna ya ku di dema êrîşa Tirkiyê li ser kampa Eyn Îsa yê û qaçaxcîtiya malbatên DAIŞ`ê de qewimî.

Her wiha em hişyariyê didin ku metirsiya gihandina neplankirî ya dirav û çavkaniyan di bin navê (piştgiriya civakî) de bi rêya karmendên nekêrhatî yên ku di hin rêxistinên ku di kampê de kar dikin, ji jinên rêxistinê re ku ev yek di propaganda de bi kar tînin.

Di dawiyê de em di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pabendbûn û dîsîplîna endamên hêzên xwe û hêzên ku di operasyonê de beşdar bûne û asta bilind a pêkanîna operasyonê bi rêzdarî dinirxînin. Ji bo ewlekarî, parastina mirovatiyê û nehiştina DAIŞ’ê ji kampê sûd werbigire fedakarî  kirin.

Em careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdên operasyonê û hevrêyên wan re dixwazin û spasiya rêveberiya kampê jî dikin ku kar û xebatên xwe duqat kirine, berdewamiya xizmetguzarî û alîkariyan ji şêniyan re di dema operasyonê de, her wiha ji bo Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piştgirî û alîkariya wan ya bi bandor.

Em bidawîbûna qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li kampa Holê radigihînin, ku hêzên me li gorî pêwîstiyê bi operasyonên ewlekarî yên demkî li ser şopandina şaneyên potansiyel û rûbirûbûna metirsiyan berdewam in.

Li jêr kurteya hejmara girtiyên DAIŞ`ê û çekên desteserkirî di nava kampê de ye:

– Girtî: 226 kes ku di nav wan de 36 jinên ku beşdarî sûcên kuştin û tirsandinê bûne.

– Tesbîtkirina 25 xendek û tunelan.

– Çekên hatin desteserkirin:

3 çekên AK-47 .

2 Çekên RBG bi 2 rokêtan

2 dabançe.

25 bombeyên destan

25 kg teqemeniya TNT

11 çekên bêdeng.

388 guleyên AK-47

10 jerjorên AK-47

9 rextên leşkerî.

Parçeyek cilê leşkerî ji bo artêşa Tirk.

Gelek çekên tûj (kêr – xencer ) û amûrên îşkenceyê.

Gelek amûrên ragihandinê.”

ANHA

Back to top button