ManşêtNûçe

REPAK bang li OPCW`yê kir ku helwest li hemberî Tirkiyê nîşan bide

Gelek jin ku di nav wan de Silvîa Federîcî, Nancy Fraser û Sylvîa Marcos jî hene bang li Serokê OPCW’ê kirin ku li dijî êrîşên çekên kimyewî yên dewleta Tirk tevbigerin.

Bi hewldana REPAK’ê ji çar aliyên cîhanê 64 jin û rêxistinan nasmeyek nivîsîn, xwestin ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî berpirsyariya xwe bi cih bîne û li dijî bikaranîna çekên kimyewî ya artêşa Tirk lêpirsînê bi destpêkirin.

Nameya jinan wiha ye:

”Dîrektorê Giştî Rêzdar Fernando Arîas,

Em jinên ji welatên cuda têkilî mijara metirsîdar serî li we didin. Îdîa hene ku artêşa Tirk çekên ku li qada navneteweyî qedexe ne bi kar tîne.

Dewleta Tirk ji 23’yê Nîsana 2021’an û wir ve li Bakurê Iraqê li dijî hêzên Kurd gerîla û gelê sivîl operasyona leşkerî didome. Ev operasyona leşkerî ya li ser xeta dewleta cîran hem binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û hem jî sûcê şer dike, ji ber ku çekên ku li qada navneteweyî qedexe ne têne bikaranîn.

Li gorî agahiyên ku navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) dayî, artêşa Tirk van 5 mehên dawî 138 caran êrîşên bi çekên kimyewî avêtiye û ji ber vê gelek şervanên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Mînak 3’yê Îlonê li qada Avaşînê li Girê Sor sê şervan bi çekên kimyewî hatine qetilkirin. Artêşa Tirk bi van êrîşên hovaneke ne ku tenê gerîla dike hedef. 4’ê Îlonê di êrîşa kimyewî de ya li ser gundê Hirorê ziyaneke mezin gihaştiye malbatekê. Şûbeya Iraqê ya Ekîbên Levanînê ya Xiristiyan jî diyar kir nexweşiyên tendiristiyê yên malbatê ji ber êrîşa çekên kimyewî ye.

Îdîaya ku dewleta Tirk çekên kimyewî bi kar tîne ne nû ye. Salên 2010, 2013 û 2019’an jî îdîayên navborî bi belgeyên dîtbar û raporên pisporan li çapemeniya navneteweyî derketin. Tirkiyeyê 17’ê Cotmeha 2019’an li dijî bajarê Kurdan ê li Bakurê Sûriyeyê Serêkaniyê di êrîşa hewayî de fosfora spî avêt. Ji ber vê êrîşê jin û zarok jî di nav de bi dehan kes bi giranî birîndar bûn. Mixabin wê demê saziyên navneteweyî û dewlet li bara sûcên Tirkiyê bêdeng mane.

Dîrok bi hovîtiyên dewletan tije ye ku li ser kes û gelên bêparastin kirine. Ji bo ku pêşî li vê were girtin yasayên navneteweyî, mekanîzma û rêxistin hatine avakirin. Ev, destketiya tevahiya mirovahiyê ye. Lê mixabin ji ber ku ev mekanîzma û berpiryarî bi rengekî hevgirtinî nayê bicihanîn em dibînin ku hê jî ev êrîş didomin.

Mixabin dema ku mijar Kurd bin hiqûqa neteweyî û navneteweyî sazkar nabe. Tirkiye li gel ku peymana Çekên Kimyewî îmze kiriye jî bi salan e li ber çavê raya giştî ya cîhanê û rêxistinên navneteweyî bêyî ku hesab jê were pirsîn hovîtiyê dike.

Sala 1988’an êrîşa gaza jehrî ku rejîma Seddam Hisên li Bakurê Iraqê avêtî ser gelê Kurd, heke di dema xwe de li dijî kirinên rejîma Iraqê ya wê demê bihata sekinandin, dibû ku pêşî lê bihata girtin. Ji bo ji 5 hezarî zêdetir kesên ku di komkujiya Helepçe de jiyana xwe ji dest dan û ximzên wan, piştî komkujiyê bi 15 salan ev kirin hinceta ku destwerdana li Iraqê bikin, ev nêzîkatiya bi tinazî bû.

Li bara vî sûcî bi bêhelwestmanê em naxwazin bibin hevkarê vî sûcî. Ji we serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî daxwaza me ew e ku hûn bi berpirsyariya xwe rabin. Ji ber vê jî ya ku li we dikeve ku hûn li van îdîayên giran bipirsin, ser mijarê ronî bikin û ji ber sûcên Tirkiyeyê hesab bipirsin.”

Lîsteya jinên ku îmze avêtine:

“Silvia Federici, nivîskar-teorîsyen û profesora zanistên sosyal- DYE

Nancy Fraser, teorîsyen, feslefevan û profesyona siyasetê -DYE

Gloria Steinem, niviskar, Damezirandêra Ms. Magazine Û Navenda Medyaya Jinê – DYE

Debra Winger, lîstikvan – USA

Charlotte Bunch, profesyona ordinaryûs,  dîrektora Navenda Lîdertiya Global a Jinê – DYE

Marina Sitrin, doçent doktor sosyolog – ABD

Joy James, profesora zanistên civakî – DYE

Joya Misra, Profesora Sosyolojiyê ya Zanîngeha Massachusetts  Seroka Beşa Zayendiya Civakî ya Civaka Sosyolojîk a Emerîkayê  – DYE

Debbie Bookchin, Rojnamevan û Nivîskar – DYE

Meredith Tax, Nivîskar- DYE

Miriam Miranda, Koordînatora OFRANEHê – Honduras

Claudia Korol, Femînîstên ABYA YALA – Arjantîn

Margara Millan, akademisyen – Meksîka

Sylvia Marcos, niviskar- Meksîka

Cheryl Hayles, Seroka Tifaqa Navnetewî ya Jinan (IAW) Başkanı – Kanada

Navenda Karên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) – Başûrê Kurdistanê

Platforma Demokratîk a Jinan a Pirnetewî – Îran

Bese Şamari, Endama Rêveberiya Platforma Demokratîk a Îranê Demokratik -Îran

Eniya Demokratîk a Jinan – Pakistan

Rêxistina Şoreşger a Jinan a Efganîstanê (RAWA) – Efganistan

Selay Ghaffar,  Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê(Hambastagi) -Efganistan

Belqis Roshen, Wekîl – Efganistan

Gita Sahgal, nivîskar û derhêner, damezirandêra Southall Black Sisters û Women Against Fundamentalism – Hindistan

Helda Khasmy, Seroka Rêxistina Jinan SERUNI – Endonezya

Maat Barış, Rêxistina Rabûnê û Mafê Mirovan – Mısır

Dr. Angela Al-Maamari, Seroka Navenda Lêkolînên Stratejîk a Parastina Zarokan û Jinan

Fathia Hezem, Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê – Tûnis

Bushra Al-Tai, Navenda Lêkolînê û Pêşkeftina mirovî ya Sebayê – Iraq

Şirin Kerim Murad, Seroka Komîteya Jinan a Eniya Demokratîk a Gel Demokratik – Iraq

Dr. Maha Al-Sakban, akademisyen – Iraq

Insaf Abdullah, aktivîst- Sûdan

Dr. Heba Haddadini, feminist aktivist – Ordin

Kanir Abdullah Hama Aziz, nivîskar, Walitiya Silêmanî- Başûrê Kurdistanê

Remziye Muhammed, Berdevka Kongra Star -Rojava

Rima Barakat, Hevseroka Konseya Edaletê – Bakurê Sûriyê

Eman Fetaih, Seroka Forûma Aştiyê ya Jinên Sûriyê – Libnan

Dr. Sophia Zaza,Seroka Komeleya Tendiristiyê- Libnan

Mona Yaya, SahrawÎ Civaka Parastvanên Mafê Mirovan  – Sahraya Rojava

Rahila Gupta, Southall Black Sisters, rojnamevan- Ingilistan

Koordînasyona Meşa Jinên Cîhanê ya Welatê Baskê – Welatê Baskê

Jule Goikoetxea Mentxaka, Hîndekara Zanîngeha Bilbao Üniversitesi – Welatê Baskê

Oihana Etxebarrieta, Wekîl Sekretera EH Bildu Partisi Feminism – Welatê Baskê

Eider Azkunaga Hernández, sendîkaya Euskal Sindikatua  – Welatê Baskê

Women Defend Rojava Madrid – Spanya

Rojava Azadî Madrid – Spanya

Weqfa Komunan (Fundación de los Comunes) – Spanya

Ann-Margarethe Liv, Damezirandêra Solidaritet med Kurdistan – Swêd

Lorena Delgado Waras, Wekîl – Swêd

Amineh Kakabaveh, Wekîl – Swêd

Parvin Ardalan, nivîskar, rojnamevan- Swêd

Seher Aydar, Wekîl – Norwêç

Sofie Marhaug, Wekîl – Norwêç

Hege Bae Nyholt, Wekîl – Norwêç

Anina Jendreyko, hunermend – Swîsre

Maja Hess, doktor – Swîsre

Mitra Darvishian, nivîskar- Elmanya

Women Defend Rojava – Elmanya

Cansu Özdemir, Wekîl – Elmanya

Şeyda Kurt, rojnamevan û nivîskar – Elmanya

Elif Küçük, hunermend – Elmanya

Antonella Valenti, Profesora Zanîngeha Calabria – Îtalya

Îtalya Koordînasyoan Desteka Jinên Efgan Afgan (CISDA) – Îtalya

Dr. Palmira Tavolaro, akademisyen – Îtalya

Donata Chirico, Hîndekara Zanîngeha Calabria- Îtalya

Maria Laura Corradi, Lêkol – Îtalya.”

Back to top button