ManşêtNûçe

Cara yekemîne Komîsyona Ewropayê hebûna Tirkiyê li Sûriyeyê weke “hêza dagirker” pênase dike

Komîsyona Yekitiya Ewropayê di rapora xwe de ya têkildarî sala 2021’ê de weşand û tê de rexneyên tund li Tirkiyeyê kir û her wiha hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê weke ‘hêza dagirker’ pênase kir.

Di rapora Komîsyona Yekîtiya Ewropa de hate gotin, “Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê bi hêzên xwe yên milîs tevgera leşkerî dewam dike. Tirkiyeyê di heman demê de li Bakurê Sûriyeyê tevna xwe ya binesaziyê berfireh kiriye.”

Komîsyona Ewropayê diyar kir ku rewşa mafên mirovan a li herêmên ku di destê leşkerên Tirk û hêzên çekdar ên Tirkiyeyê de ne, cihê fikarane û dewleta Tirk weke “hêza dagirker” pênase kir.

Hêjayî gotinê ku ev cara yekê ye ku Komîsyona Ewropayê hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê weke “hêza dagirker” pênase dike.

Back to top button