ManşêtNûçe

Salih Muslim: Biryara Katalonya gava yekem e ber bi naskirina navdewletî ya Rêveberiya Xweser

Derbarê biryara dîrokî ya ku Parlementoya Katalonyayê bi fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir, girîngiya vê biryarê ji bo gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û asta tevkariya wê ya ji bo gihiştina çareseriya siyasî ya dawî şerê li Sûriyê, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) “Salih Muslim” ji malpera “medya news” re got,  ku wan nîqaşên li Parlamentoya Katalonyayê ji nêz ve dişopandin.

Muslim diyar kir: Şandeya Katalonî ya ku vê dawiyê serdana bakur û rojhilatê Sûriyê kir dizanîbû ku hewildanên Rêveberiya Xweser çi ne, û tevî ku hin aliyên sûrî û herêmî me bi veqetandinê tawanbar dikirin, lê me piştrast kir û em hîn jî tekez dikin ku em beşek ji opozîsyonê ne û şandeya Katalonî ev tişt fêm kir.

Muslim wiha dewam kir: Em gelekî kêfxweş in dema ku Rêveberiya Xweser ji hêla aliyên navneteweyî yên wekî Parlamentoya Katalonyayê ve tê naskirin, û dema ku têkoşîna me îfade dikin weke têkoşîna wan, piştgiriya xwe ji me re radigihînin û li kêleka me ne, ev gava ku hatiye avêtin ji aliyê gelê Katalonyayê ve îsbata wê ye.

Muslim spasiya xwe ji Parlamentoya Katalonyayê re diyar kir ji ber vê pêngava mezin ya ku girt di naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û wiha got:

Ev biryar gava yekem e û em li bendê ne ku welatê Baskê yê Îspanya jî di naskirina Rêveberiya Xweser de mînaka Katalonyayê bişopîne.

Muslim her wiha hêviya xwe anî ziman ku gavên bi vî rengî ji aliyê parlamento û welatên din ve bên avêtin û destnîşan kir ku pêngava yekem a ku bi biryara herêma Katalonyayê tê temsîlkirin, li ser rêya bidestxistina nasnameya navneteweyî ya fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e, wiha lê zêde kir: Pênc milyon kes li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijîn û ew nûneratiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyê dikin, li gorî cihêrengiya etnîkî û çandî, lewra em hêvî dikin ku welatên din jî mîna Katalonyayê  gavan bişopînin.

Back to top button