CivakManşêt

Qanûna Karmendan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Di navbera şerê li Sûriyê û kirîzên wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  projeya Rêveberiya Xweser ya Demokratî pejirand,  û piştî berxwedana gel û naskirina Rêveberiya Xweser li herêma Firatê, her wiha herjmarên Rêveberiya Xweser gihaşt 7 Rêveberiyan bi ermanca têkbirina rêxistina DAIŞ û berxwedana gel li dijî wê, ji bo vê jî Rêveberiya Xweser zagona karkeran derxist ji bo mafê van karkeran biparêze ji windakirinê, bi sed hezar derfetê kar di nava saziyê Rêveberiya Xweser derket, pêşketinek baş jî çêbû.

Ji bo naskirina van zagonan û şrovekirina wan rojnameya me Partiya Yekîtiya Demokrat hevdîtinek bi (Hediya Yûsif) endama buroya Meclisa zagonsaz li herêma Cizîrê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhiltaê Sûriyê re çêkir.

Hediya Yûsif wiha dest bi gotinên xwe kir: Ji bo zagon karkera ya Yebûyî  ji aliyê meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat erêkirin, ev jî piştî demek dirêj di nîqaşê de û li gorî berjewendî û pêwistiyên gel hat erêkirin bi hewildanên hevbeş ji aliyê komîteya Hiqûqî, aborî, malî û medenî di her 7 rêveberiyê xweser yên Balur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi federasyonên sendîkayan û komîteyên têkildar hat nîqşkirin, ku di vê pêvejoyê de gelek pêwîste ku zagona karkeran were derxistin ji bo parastina mafê karkeran û her wiha jî ku ev karker zanibe maf û erkê xwe, her wiha Hediye Yûsif anî ziman ku hejmara karkerên di nava Rêveberiya Xweser gihaştiye 250 hezaran, ev zagon di 21- 22 meha 1 ji aliyê Rêvebriya Xweser hat nîqşkirin û hat erêkirin.

Hediye Yûsif wiha gotinê xwe domand: Ev zagon gelekî berfireh û li gorî tabloyên kar wiha hat destnîşan kirin:

-Kategoriya Yekem: Yên zanîngeh bi dawî kirin( ji 4sal heta 5 salan weke Diblom, bawernameya Diktora û Îcazat).

-Kategoriya Duyem: Yên peymangeh bi dawî kirin û bawernameyên navîn bi wan re ne).

-Kategoriya Sêyem:  Yên bawernameyên xwendina bingehîn bi dawî krin e).

-Kategoriya Çaremîn Karkerên pîşeyîn ne yên ku xebata wan girêdayî hewiladan laşî ye.

-Kategoriya Pêncemîn karkerên ku bi hewildanên masûlkan dixebite.

Hediya wiha lê zêdekir: Li gorî van kategoriyan rêjeya mûçeyan hat destnîşan kirin her wiha xelat, tezmînat û seatên mûçeyên zêde jî hat destnîşan kirin, ev zagon gelekî berfirehe û karker wê gelekî sûd jê bigre.

Her wiha Hediya Yûsif  mercên teyînê di nava Rêveberiya Xwser fe anî zima:

-Xwediyê  netewbûna Sûrî.

-Yên ji netewbûna Sûrî hatin dûrxistin ji ber rêjîma Bees weke yê Mektûm û Ecnebî.

-Gelên herêmên sûriyê (Yên dervî herêmên Rêveberiya Xweser)lê li herêmê dijî heger hewce hebe û ji wan sûd bigrin.

-Temen ji 18 sal heta 50 sal.

Kesên xwedî pêdiviyên taybet.-

-Pêşanî ji malbatên şehîdan re ku li ser bingeha pêşînyara Desteya karûbarên Civakî û kar bi rêjeya 10%.

-Nexweş û kesên asteng dar ber bi çav bigrin.

-Teyîn li gorî sîstema hundirîn ya aliyê giştî dibe(Rêveberiyê Xweser, Deste û Sazî) ev jî li gorî pêşbaziyan û ezmûnan û li gorî sîstema hundirîn ya her aliyekî.

Her wiha wê meaş jî were destnîşan kirin li gorî sîstema hundirîn û zagona giştî di kategoriyên ku hatin destnîşa kirin, piştî erêkirina zagona karkeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lijneyek ji desteya Malî û pisporên aborî û komîteyên mafdar hat avakirin ji bo mûçeyan ji her kategoriyekê destnîşan bike.

Ev zagon mafê jinê jî di hundirê saziyan de parast

Hediya yûsif bal kişand li ser mafê jinê di hudirê saziyan de wiha got: Her zyînek 3 meh betlane ji jinê re derdikeve û ji mafê wê ye jî ku meha 4 an jî bibe û fonê wê bi 75 % ye, seatên xwarinê ji bo zaroka xwe xwarin bide her roj demjimêreke heta temenê zarok bibe salek, wiha mafê jin hat parastin di her deste û sazî li gorî îstema hudirîn.

Hediya wiha domand: Ji bo betlaneyên salane jî wiha hat destnîşan kirin, -15 roj yên xizmeta wan 5 sal derbas nekiriye.

-21 roj yên ximeta wan di navbera 5 sal û 10 salan.

-26 roj yên xizmeta wan di navbera 10 sal heta 20 salan.

-yên ku temenê wan 50 sal yan jî xizmeta wan 30 sal ji mafê wî ye zêdetirî 26 rojan betlaneyê bixwaze.

Her wiha betlaneyên bê meaş hat destnîşan kirin weke betlaneyên tenduristî 200 rojin her 30 rojên yekemîn meaş bi nêvî jê re tê hesibandin û 170 rojên din meaş bi temamî tê hesbandin, her wiha betlaneyên zewac 7 rojin, yên mirinê jî 7 rojin, her wiha bidawîbina kar jî heye dema temenê karker bibe 60 sal, û dema qelsbûn ji aliyê karker hebe ji kar tê sekinandin yan jî sedemên tenduristiyê, derxistina ji kar heye ev jî qûnaxê wê hene weke hişyarî di destpêkê, derengbûna bilndbûna salan pştre dexistina ji kar û xizmetê.

Ji bo temenê teqawidbûnê jî Hediye wiha got: Heger karker giha temenê teqawidbûnê û dixwaze karê xwe berdewam bike ji biryarekê ji hevseroka desteyê heta 5 salan jî wê kar bike û dema teqawidbûnê meaşê xwe ji desteya ku kar tê de dikir bistîne.

Hediya Yûsif wiha gotinên xwe bi dawî kir Rêveberiya Xweser heta niha 5 zagon derxistiye û zagona karkeran deskeftiyên herî mezin yê rêveberiyê ye û wê di derxistina zagonên dikeve bin berjewendiyê gel de berdewam be, her wiha li ser zagona sîgorta tenduristiyê de disekinin, zagona betlaneyên fermî yên wê rojên betlaneyên fermî destnîşan bikin li gorî rewşan ji aliyê hevserokatiya konseya rêveber ya hevbeş, em li ser vê zagonê amade dikin ji bo hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya qanûnî ya di Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hinek zagonan amade dike wê di pêşerojê de werin weşandin.

Back to top button