ManşêtNûçe

PYNK êrîşa li ser balafirgeha Hewlêrê şermezar kirin

15`ê Sibata 2021`an, li dijî balafirgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê û baregeheke asîmanî ya hêzên girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê, êrişeke bi moşekan pêk hat û di encamê de sivîlekî biyanî hate kuştin û 5 sivîlên din û leşkerekî Amerîkayê birîndar bûn.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) têkildarî bûyerê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

PYNK`ê di daxuyaniya xwe de got: “Koma bi navê ‘Seraya Ewliyaa El-Dem’ êriş girt ser xwe. Li gorî raporên çapemeniyê, ev kom nû derketiye û girêdayî Îranê ye. Yekem çalakiya wê di Îlona 2020`an de û êrişî karwanên girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ya li parêzgehên başûrê Iraqê kiribû.”

PYNK`ê diyar kir ku ew bi tundî “vê êrişa dijminahiyê” şermezar dikin û got armanc jê derbkirina îstiqrar û ewlehiya Başûrê Kurdistanê, derxistina tevliheviyê, tevlihevkirina kaxizan û kêmkirina serweriya herêmê ye û  wiha dewam kir: “Ev yek rageşî û gefeke xeternak bi xwe re tîne. Divê li ser bê sekinandin û bi awayekî cidî nêzî wê bibin. Di vê der barê de, divê yekitiya refa kurdî bê biserxistin da ku li hemberî gefên li ser hebûna gelê Kurd û destkeftiyên wî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bê sekinandin.”

PYNK`ê her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji kiryarên mîlîsên çekdar re deyne ku ji derveyî desthilata hikumeta federal tev digerin û Iraq veguherandine qadeke tasfiyekirina hesaban û li gorî berjewendiyên aliyên girêdayî wan tev digerin ku ew jî ne serwerî, ne qanûn û ne jî rêgezan nas dike.

ANHA

Back to top button