ManşêtNûçe

Çalakiya greva birçîbûnê li dijî tecrîdê didome

Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 83’yemîn de ji aliyê koma 17’emîn ve berdewam dike.

MEXMÛR

Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê kanûna 2020’an de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 62’yemîn de dewam dike.

YEWNANISTAN

Welatiyên li Qempa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriyîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 45’emîn de dewam dike.

Back to top button