DaxuyanîManşêt

Ji bo raya giştî

Di hewildaneke din de ji bo têkbirina vîna gelê meyî kurd û destkeftiyên wê, li gel dijmin li ser Garê, paytexta başûrê Kurdistanê Hewlêrê tê hedefgirtin, bi êrîşeke tirsonek ku herêm, welehî û aramiya wê tehdîd dike.

Em di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD de vê êrîşa li ser gelên me li baûşrê kurdistanê şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û hêviyên şîfayê jî ji birîndaran re. Eşkereye ku armanc ji vê êrîşê ew e destkeftiyên gelê baûşrê Kurdistanê têxin bin xeteriyê de, em tekez dikin ku yên êrîş li ser Hewlêrê kirin armanca wan kaosek çêkin û kaxizan tev li hev bikin, ji ber vê yekê hêza ku ev êrîş pêk anî giringe bê tesbît kirin û wan bi lez muhasebe bikin.

Êrîşa li Garê û piştre ya li ser Hewlêrê û gefên domdar yên li Rojavayê Kurdistanê tekez dike ku li hember me xeterî hene û li me dinêre weke gelê Kurd, ji ber vê yekê ev xeterî hemû me vedixwîne li ser pêkanîna Yekîtiya Niştimanî û Yekîtiya refan ji her demekê din zêdetir. Armanca hêzên ku van êrîşan pêk tînin ew e têkbirina hebûna Kurdan û nasnameya wê û kurdan bihêlin ji qirkirinê re. Ji ber vê yekê divê em yek dest bin ji bo parastina destkeftiyên gelê me yên bi xwîna bi sed hezaran şehîdan hatiye bidestxistin, û em tekez dikin li ser piştgiriya me bi gelê me re li baûşrê Kurdistanê û sekinandina me li gel wan, em ê destê hevkariyê ji wan re bin di hemû pirsgirêkan de.

Meclisa Giştî ya Partiya yekîtiya Demokrat PYD 

Back to top button