Fermandarê Giştî yê QSD’ê bang li Encûmena Niştimanî a kurdî( ENKS) û li Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya kurd(PYNK) kir ku li diyalogan vegerin.
Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd wiha daxuyand li paş banga Fermendarê Giştî yê QSD Mezlûm Ebdî:
Bi însyatîfa fermendarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdê û di bin çavdêriya rasterast ji hêla Emerîkayê diyloga Kurdî-Kurdî di nava piştgiriya Kurdî û Kurdistanî her wiha ji hêla alîgirên navdewletî destpê kir, ji serkeftina vê diyalogê ku rola wê ya giring heye di xurtkirina aramiyê de li bakur û rojhilatê Sûriya, ji bo avakirina çareseriyek siyasî ji tevahiya aloziya Sûrî, ku diyaloga Kurdî-Kurdî gava yekem e ji bo diyaloga neteweyî ya giştî ye.
Tevî hemû pirsgirêkên li hember me derketin di vê demê de lê diyalog di navebra Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrî ew gerîneke berfireh ji lihevkirinan qedand, û demeke hindek maye ji bo gihaştina lihevkirinek berfireh ku lêvegerek Kurdî fireh derkeve, ku ew xwediyê biryararên siyasî serbixwe ye, û hêviyên gelê kurd û doza wê ya edalet li forumên Niştimanî û Navdewletî temsîl dike.
Em di Partiyên Niştimanî ya Kurdî PYNK tekez dikin ku me gav avêtiye di serkeftina vê diyaloga îstratîjîk de ji bo doza me ya Niştimanî û Neteweyî, em pabendî xwe radighînin li ser hemû tiştê ku em gihaştinê, û di heman demê de bang li hemû hêzên Kurdî, Kurdistanî, Niştimanî û alîgir dikin ku hemû heiwldanên xwe bikin ji bo piştgiriya diyaloga Kurdî-Kurdî, her wiha bang hemû wesîleyên raghandina kurdî dikin ji bo rola xwe bilîzin ji bo nêzîkatiya di navbera her du aliyan de.
Hêza me di yekîtiya e de ye…dest bi dest ji bo avakirina pêşerojeke geş ji gelê me re.
Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK)
Qamişlo 2021-3- 29