ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdî banga vegera li diyalogan li ENKS’ê û PYNK’ê kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî der barê diyalogên di navbera Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ji ANHA’yê re axivî.

Ebdî diyar kir ku ew bi helwesta xwe ve ya piştevaniya diyalogên ENKS- PYNK’ê ve girêdayî ne û got: “Diyalog û danstandinên di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd ji bo yekkirina xîtab û helwestê ye. Wekî aliyekî garantor û sponer li gel aliyê amerîkî yên dost em hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ne.”

Ebdî yekkirina rêza kurdî wekî mijareke stratejî bi nav kir û got: “Yekitiya kurdî ji bo me mijareke stratejîk a xwedî girîngiyek ji bo pêşeroja gelê me û daxwaza wê ya rêxistinkirina mala navxweyî ye.”

‘MIJARA PÊŞMERGE BERÊ HATIYA DIYARKIRIN’

Têkildarî mijara leşkerî di danûstandinên di navbera ENKS û PYNK’ê de Mezlûm Ebdî wiha got: “Mijrên ku her du alî di ragihandinê hev din tawanbar dikin astmosfêreke neyîn afirand, bi taybet mijara leşkerî û pêşmergeyan ku berê hatiye diyarkirin û her çareseriyeke ji bo vê mijarê dê di çarçoveya Peymana Dihokê de be.”

BANGA VEGERA LI DIYALOGAN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê bang li her du aliyan (PYNK û ENKS) kir ku li diyalogan vegerin û wiha dom da axaftina xwe: “Ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelê Kurd û gelê Sûriyê bi giştî bi hemû pêkhateyên wê di pêşerojeke ronî de li ser esasê lihevkirin, hezkirin û girtina berjewendiyên giştî li ser berjewendiyên partiyetî yên teng, em bang li birayên xwe yên di Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd de û birayên me di Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de dikin ku bi rihê berpirsyartiyê tev bigerin, li masya diyalogan vegerin da ku nîqaşên li ser xalên bi nakok rû bi rû û ne bi rêya ragihandinê bikin.”

‘DIYALOGA KURDÎ BEŞEK JI PÊVAJOYA BERFIREH A SÛRIYÊ YE’

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku diyaloga kurdî beşek ji pêvajoya berfireh a têkildarî Sûriyê ye û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Beriya niha me teqez kiribû ku diyaloga kurdî-kurdî li Sûriyê beşek ji pêvajoya berfireh a diyaloga sûrî-sûrî bi giştî ye, nabe herdu ji hev werin cûdakirin, em hîna bi hemû enerjiya xwe kar dikin da ku vê pêvajoya zehmet û giran bi ser bixin, ku pêşeroja Sûriyê û gelê wê piştî 10 salan ji serhilan û tevgera gel li ser sekinî ye.”

Back to top button
Close