ManşêtNûçe

Rêxistina Efûya Navnetewî îşaret bi rûdana bobelatekê kir

Rêxistina Efûya Navnetewî, ji ber vekişîna Enqera ji Peymana Stenbolê ya derbarê parstina jinan de, îşaret bi rûdana bobelatekê kir.

Li gorî nûçeya Ronahi Tv, Rêvebera şaxê Rêxistina Efûya Navnetewî li Tirkiyê Êcî Onfêr, ji Enqeraya xwest ku dîsa li peymana Stenbolê vegere û anî ziman ku ev vekişîn wê bobelatek ji milyonan jin û zarokan re bîne.

Hêjayî gotinê ku helwesta Rêxistina Efûya Navnetewî piştî xwepêşandanên girseyî yên roja Şemiyê yên li dijî biryara Erdogan a vekişîna ji peymanê hat.

Biryara vekişînê bû sedema berteka rêxistinên parastina mafên jinan, Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û Netewên Yekbûyî.

Li gorî çavdêran, rêjeya sûcên li dijî jinan li Tirkiyê zêdetir bûye û tenê di vê salê de 87 jin hatin kuştin.

Back to top button