ÇalakîManşêt

PYDê li Reqayê 19’emîn salvegera damezrandina  parityê pîroz kir

Îro Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Kantona Reqayê bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina partiyê li hola parka Mişwar a bajarê Reqayê şahiyek li dar xist

Bi sedan endamên partiyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Rêveber, rêxistinên civaka sivîl, meclisên jin, tevgerên ciwanan û partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiyê bûn.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir û piştre li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) endamê Meclisa Giştî ya partiyê li kantona Reqqayê “Xazî El-Yasîn” axaftinek kir,  dest bi nerînek li ser dîrok û têkoşîna partiyê, rola wê di şoreşa Sûriyê de û piştgiriya wê ji hemû tevgerên şoreşger re kir.

Û tekez kir ku partiyê ji bo sererastkirina riya şoreşa Sûriyê kar kir û ji bo şoreşa azadî û demokrasiyê gelek şehîd dan û îro jî bi îradeya xwe ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ji hemû pêkhateyên wê re û dûrî projeyên desthilatdariyê têdikoşe.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan gotarek pêşkêş kir û tê de hat gotin: “Em damezrandina partiyê li hemû endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk û li hemû gelê Sûriyê û azadîxwazan pîroz dikin û em piştrast in ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (Partiya Şehîdan) û Rêveberiya Xweser dê ji bo Sûriyê rizgarî û çareserî bin.”

Di serî de xwişka şehîd “Cemîl” endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku bi destên xiyanetê şehîd bû, axaftinek pêşkêş kir û tê de salvegera damezrandina partiya me pîroz kir. û destnîşan kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk ji bo xurtkirina bingehên pirojeya siyasî ya demokratîk ku wê bibe bingeha çareserî û aştiyê li Sûriyeyê têdikoşe û ji bo belavkirina ramana azad dixebite û avakirina civakek azad, demokratîk û ekolojîk xebatdike.

Şahî bi stranên gelêrî û şoreşgerî û govendên folklorîk bi dawî bû.

 

 

Back to top button