ÇalakîManşêt

Şêx Mihemed Arif El-Hemdûn serdana buroya partiya me li Qamişlo kir

Îro 6’ê Pûşperê Şêx Mihemed Arif El-Hemdûn berdevkê fermî bi navê eşîra Şerabiyan û eşîrên wê li Sûriya û li Îraqê, serdana navenda Partiya Yekîtiya Dermokratîk PYD’ê li Qamiûlo kir, ji bo li ser geşdanên dawî û rewşên heyî li herêmê biaxivin.

Her wiha di pêşwaziya wî de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk “Enwer Muslim”, hevserokê buroya têkiliyan “Xelîl Osman” û “şêx Raxib El-Faris” endamê buroya têkiliyn di partiyê de bûn.

Di serdanê de, rewşa siyasî ya heremê ya heyî hate nîqaş kirin, û tekez kirina li ser jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên civakê.

Di berdewamiya axaftina xwe de, her du aliyan tekez li ser xurtkirina pêwendiyan di navbera hemû pêkhateyan de kirin, û tekez kirin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi saya fedakariya şehîdan, raman û felsefeya neteweya demokratîk gelek destkeftî bi dest xistine.

Ji aliyê xwe ve, Şêx Mihemed Arif tekez kir: “Em beşek ji Rêvebiriya Xweser in, û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûrî ji bo gelan destkeftiyeke, û divê em hevkar bin di piştgiriya vê rêveberiyê de ji bo ku em bihevre bijîn û aştiya sivîl li herêmê bidomînin.

Di axaftina xwe de, her du aliyan li ser xurtkirina têkiliyên biratiyê di navbera hemû eşîr, partiyên siyasî û danûstandina serdanan ji bo girtina valahî û dezgehên li pêşberî hemû hêzên ku ji bo têkdana ewlehî û aramiyê dilîzin.

 

Back to top button