ÇalakîManşêtNûçe

PYD beşdarî meşa girseyî ya li Reqayê dibe

Di bin drûşmeya” Bi hêza gerîla û hevgirtina gelê Rojhilata Navîn em ê van êrîşan ji holê rakin û hemû komployan pûç bikin”, şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat li herêma Reqa tevlî meşa girseyî bûn ya ku ji hêla Gaziyên Şer hat rêxistin kirin, û bi tevîbûna bi sedan ji gel, nûnerên partiyên siyasî, mecalisên jin, tevgerên ciwanan û rêxiwstinên civaka sivîl.

Meş ji pêşiya qada îtfaiyeyê destpê kir heta nexweşxaneya Firat li Reqa bi berzkirina drûşmeyên ku binpêkirinên faşîzma Tirk şermezar dikin.

Dema gihaştina xwepêşandaran deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdan, piştre hinek gotin hatin kirin jê, ji hêla meclisa Reqa ye leşkerî û nivîsgeha têkiliyan.

Gotinan bi şermezarkirina tiştê ku faşîzma Tirk û hêzên Kazimî ji komployan li ser gelan pêk tînin, destpê kir.

Gotinan îşaret kirin ku dema DAIŞ ket şengal de û jinên êzîdî revandin û ew koçber kirin hebûna hêzên Kazimîn tune bû û ew komployek din e ji bo xistina projeya Newtewa Demokratîk.

Gotinan tekez kirin ku me şehîd pêşkêş kirin û em xwe jî feda bikin di her şerekî de ji bo parastina destkeftiyên şehîd û projeya me.

Di dawî de soz dan şehîdan ku li ser xeta wan bimeşin heta bidestxistina serkeftinê.

Back to top button