Li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê ku 29 sal in dewam dike, pêvajoyeke nû ya hiqûqî hate destpêkirin.
Parêzer Dr. Peer Stolle û Dr. Lukas Theune, ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ ya Elmanyayê bê derxistin, serê sibehê serlêdana fermî li Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ya Federal kirin.
PKK di 26’ê Mijdara 1993’an de ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Manfred Kanther ve li Elmanyayê hate qedexekirin.
Nûnerên qanûnî yên Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navneteweyî (MAF-DAD) bi vî rengî li dijî qedexeya ku 29 sal in dewam dike dest bi têkoşîneke nû ya hiqûqî kirin.
ANF