ManşêtNûçe

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê cezayê nû yê desthilata Tirk şermezar kir

13`ê Nîsana derbasbûyî hikumeta Tirkiyê cezayê qedexeya hevdîtinên bi parêzeran re heta 6 mehan li rêber Abdullah Ocalan ferz kir û heta niha sedemên vî cezayî ji parêzeran re diyar nekiriye.

Têkildarî mijarê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê îro li qada Şehîdan a li rojavayê taxê daxuyaniyek da.

Bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyên taxê berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Amna Xidiro daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi siyaseta dûrxistinê ya dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, hate kirin û hate gotin: “Ji destpêka avabûna komara Tirkiyê ve û heta roja îro li ser bingeha yek al, yek reng, yek netewe û yek zimanî tevdigere.

Lewma dewleta Tirk şerê hemû çand û pêkhateyên li herêmê kir û bû sedema qirkirina gelên qedîm û resen wek Kurd, Ermen, Asûr, Suryan, Bulgar, Çerkez û Laz. Eger hin serkeftin qezenc kiribin jî, lê belê pirsgirêkên welatê xwe çareser nekirin, berovajî ew xiste şer û aloziyê demdirêj.

Tişta ku li dijî rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê dimeşîne, siyaseteke faşîst û dîktator e û encama wê zihniyetê ye. Cezayê dawîn yê Dadgeha Bilind ê qedexekirina hevdîtina rêbertî bi parêzeran re heta 6 mehan, raya giştî ya kurdistanî û navneteweyî matmayî hişt.

Ev ceza li dijî biryar û rêgezên Komîteya Wezîran a Yekitiya Ewropayê (YE), her wiha li dijî biryarên Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) ye. Cezayê dadgeha Tirkiyê a qedexekirina hevdîtinên rêbertî bi malbatê û parêzeran re, dê pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên Tirkiyê zêdetir bike. Ev jî îspat dike ku bilindkirina têkoşînê di hemû qadan de yekane rêya avêtina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji ser hikumê ye.”

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û CPT kir ku ji bo betalkirina vî cezayî tavilê destwerdanê bikin.

ANHA

Back to top button