ManşêtNûçe

Êrişên artêşa Tirk li dijî herêmê berdewam in û hêjmara koçberan zêde dibe

Êrişên artêşa Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Ji ber vê yekê jî her ku diçe hêjmara koçberan zêde dibe. Yek ji van kampên ku tijî koçber bûne kampa Mehmûdiyê ya nêzî herêma Tebqayê. Li kampa Mehmûdiyê bêhtirî 6 hezar koçber hene.

Piştî balafirên artêşa Tirk a dagirker meha derbasbûyî kamp kirin armanc, rêveberiya kampa Eyn Îsayê neçar ma kampê vala bike.

Beriya ku çete kampa Eyn Îsayê bişewitînin, malbatên çeteyên DAIŞ`ê tê de bûn û piştî êrişên artêşa Tirk bi sedan reviyan.

Her wiha li kampa Eyn Îsayê koçberên ji herêmên Sûriyê jî hebûn.

Lê destpêka êrişên artêşa Tirk ên 9’ê Cotmehê nêzî 325 malbatên koçberên li kampa Eyn Îsayê berê xwe dan kampa Mehmûdiyê.

Êrişên artêşa Tirk berdewam in û hejamra koçberên berê xwe dan kampê gihaşt 400 malbatî. Li ser vî esasî hejmara koçberên Ii kampê gihaşt 8 hezar kesî.

Rêveberiya kampê zehmetiya birêvebirina koçberan dikişand, lewma dema hejmar zêdetir bû rewşa kampê hîn kambaxtir bû.

Faris Xelef koçberekî li kampa Eyn Îsayê ye û wiha dibêje: “Ez li kampa Eyn Îsayê bûn û diçûm dibistanê. Jiyana min hêsan bû. Lê bi êrişên artêşa Tirk re û topbarana kampê re, li gel vê yekê hin koçber birîndar û hatin qetilkirin. Lê dema rêveberiya kampê erebe peydakirin koçber çûn kampa Mehmûdiyê.”

Xelef banga alîkariya koçberan kir û got, demsala zivistanê ye û zêde sar e.

Koçberê bi navê Îbrahîm Mistafa jî got: “Pêwîstiya me bi cil û bergên zivistanê û soban heye.”

Heke êrişên artêşa Tirk berdewam bin, dê hejmara koçberan zêdetir bibe. Nexasim piştî QSD`ê îşaret bi pêşwaziya şêniyên ji parêzgehên Idlibê ya bakur-rojavayê Sûriyê kir, tekez dê koçber ji Idlibê jî werin.

ANHA

 

Back to top button