ManşêtNûçe

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Li Tirkiyê 62 rojnameger girtî ne

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya binpêkirinên li dijî rojnamevanên jin ên sala 2021’an a li Tirkiyê ragihand.

Daxuyanî bi boneya 10’ê Çileyê ‘Roja Rojnamegerên Dixebitin’ hate dayîn û hate gotin: “Em 10’ê Çileyê roja ku em wekî bingeha mezinkirina têkoşîna raman û azadiya çapemeniyê dibinin, bi zext, gefxwarin, girtin, sansur, astengkirin, bêkariyê pêşwazî dikin. Li welatên bi rejîma totalîter, yekperest û ji demokrasiyê dûr tên birêvebirin ev tablo tê asteke xeternak. Tirkiyeya ku çapemenî lê bûye tenê dengê îqtîdarê û yekperestiyê diparêze, li serê van welatan cih digire.”

Hate diyarkirin ku ji sedî 90’ê çapemeniya li Tirkiyê veguherîne alavên weşanê yên desthilatê û wiha hate gotin: “Di nava rojnamegerên dixebitin de herî zêde jî jinên rojnameger wek hedef tên nişandan. Li gorî daneyên di rapora me de cih digirin jî herî zêde rojnamegerên jin li cihê kar, li kuçeyan, dema nûçeyan çêdikin, dibin hedefa leşker û polîsan.”

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku 6 jê jin, 62 rojnameger li Tirkiyê girtî ne û wiha hate gotin: “Ew ê têkoşîna me di serî de ji bo rojnemgerên ji ber nûçe û fikrên xwe di girtîgehan de ne û dawiyê ji bo hemû hempîşeyên me bidome.”

Li gorî daxuyaniyê binpêkirinên mafên jinên rojnameger ên di sala 2021’an de wiha ne:

– 6 rojnamegerên jin girtî ne (Ayşenur Parildak, Elif Ersoy, Hatice Duman, Sibel Mustafaoglu, Tulay Canpolat, Ozlem Seyhan.)

– 19 rojnamegerên jin di bin çavan de ne.

– 49 rojnamegerên jin dema nûçe çêdikirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

– 19 rojnamegerên jin lêdan xwarin û muameleya nebaş li wan hat kirin.

– Gef li 5 rojnamegerên jin hat xwarin û ajantî li 2 rojnamegeran hat ferzkirin.

– Muameleya nebaş li 2 jinên di girtîgehê de hat kirin.

– Der barê 9 rojnamegerên jin de bi hinceta nûçeyên çêkirine û parvekirinên platforma dîjîtal lêpirsîn hat destpêkirin.

– Der barê 13 rojnamegerên jin de doz hat vekirin.

– Der barê 12 rojnamegerên jin de ji dozên li wan hatine vekirin 17 sal, 8 meh û 11 roj cezayê girtîgehê, ji rojnamegereke jin 7 hezar û 80 lîreyê Tirkiyê cezayê pereyan hat birîn.

– 197 carî dadgehkirina rojnamegerên jin çêbû. Der barê 18 rojnamegerên jin de biryara beraatê hat dayîn û der barê rojnamegereke jin de jî biryara neşopandinê hat dayîn.

– Bi hinceta “îxbar heye” polîsan bi ser mala 2 rojnamegerên jin de girt û rojnameger hatin binçavkirin.

– Ji bo rojnamegereke jin cezayê hepsa malê hat dayîn.

– 3 jinên xebatkarên çapemeniyê ji karê xwe bûn.

– Qerta çapemeniyê ya rojnamegerekê hat betalkirin.

– 21 caran navnîşana înternetê ya ajansa JINNEWS’ê hat astengkirin.

– Çeteleya tundiyê ya Bianetê hat astengkirin.

ANHA

Back to top button