ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser êrîş û dijminahiya dewleta Tirk bi tundî şermezar kir

Têkildarî êrişên berdewam û bombebarankirina Kobanê û gundewarên xwe ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve ku di encamê de welatî bûn qurban, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker di 8’ê vê Çileyê de Kobanê û gundewarên wê  kir hedef, di encamê de 12 welatî birîndar bûn ji wan jin û zarok hene, her wiha welatiyekî jî şehîd bû. Ev êriş peyameke eşkere ya dagirkeriya Tirk e ku di şerê xwe yê qirkirina li dijî gelê me de bi hemû şêweyan berdewam e. Her wiha dijberiyeke eşkere ji Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê re ye. Tevî ku di navbera wan û dewleta Tirk de lihevkirinên hebeş têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene, nexasim girêdayî sînor. Divê ev hêz li hember van êrişan helwesteke zelal nîşan bidin. Heke helwest nîşan nedin wê demê ew dibin şirîkên dewleta Tirk.

Di demekê de ev van êriş û dijminahiya dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin, em bang li civata navneteweyî û hêzên aktîf dikin ku tev bigerin û van êrişên dijminane ku îstîqrara herêmê tevlihev dikin û dikevin xizmeta terorê rawestînin û divê ev êriş û zêdegaviyên dewleta Tirk ên ji hemûyan re eşkere ne, werin sînordarkirin.

Em sersaxiya malbata şehîd dixwazin û ji birîndarana re şîfaya lezgîn dixwazin.”

ANHA

Back to top button