ManşêtNûçe

Nadine Menza: Cihê yekemîn ku tê de edaleta civakî heye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne

Bi sponseriya Komxebata Olan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh Konferansa Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ya Navneteweyî hat lidarxistin. Di konferansê de kesayetên oldar û siyasetmedar ên ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîsera Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Parastina Azadiyên Olî Nadine Menza û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn. Her wiha kesayetên ji tevahî cîhanê yên misilman, xiristiyan, cihû, zerdeştî, hindû û kakeyî beşdarî konferansê bûn.

Nadine Menza ji ajansa ANHA re têkildarî girîngiya Konferansa Ol û Baweriyan da zanîn ku bê guman vê konferansê serkeftineke mezin pêk anî, gelek kes ji tevahî cîhanê beşdar bûn û wiha got: “Tevî ku sînor girtî ne, lê ji bo girîngiya vê konferansê ez beşdar bûm. Gelek mijarên girîng hatin nîqaşkirin, ji wan çawaniya jiyankirina bi gelek olan re û çawaniya dan û standina bi hev re û rêbazên guncaw ên li hember nîjadperestiyê. Heta niha konferans serkeftî ye û ez ê heta dawiyê beşdar bibim.”

Nadine Menza wiha domand: “Pir eşkere ye ku azadiya baweriyan li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî têkbirina xîlafeta DAIŞ’ê ku parçeyekî mezin ji herêmê kontrol dikir, di radeya yekemîn de ye. Divê nermbûn û hevkariyeke mezin hebe ku li hember nîjadperestiyê bisekinin. Li Reqa û bajarên din ên ku cihê terorê bûn, niha li gel Rêveberiya Xweser jin ji sedî 50 berpirsyarî di vê rêveberiyê de wergirtine. Piştevaniyeke eşkere ji azadiya olan re li wir heye.”

Têkildarî bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebaranên bênavber Nadine Menza wiha pê de çû: “Li gorî min, parçeyek ji paşguhkirina bombebaran û êrişên dewleta Tirk û sûcên wê li van herêman ew e ku civata navneteweyî dibîne çi dibe, lê ji bo ku tiştekî bike berpirsyariyê hîs nake. Ji bo vê yekê ez li vir im da ku rastiyê bibêjim û sûcên ku komên îslamî yên girêday Tirkiyê dikin ji Kongre û rêveberiya Amerîkayê re ragihînim da ku bizanin.”

Seroka Komîteya Amerîkayê ya Navneteweyî ya Azadiya Olan Nadine Menza beşdarî xebatên roja yekemîn a Konferansa Navneteweyî ya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê bû û behsa astengî û zehmetiyên li pêş azadiya olan kir û wiha dawî li gotina xwe anî: “Cihê yekemîn ku tê de edaleta civakî heye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Min têkilî bi gelek xiristiyanan re danî û teqez kir ku ew azarên êrişên dewleta Tirk dikişînin û heta min têkilî bi kesên li herêmên Tirkiyê dagir kirine re jî danî, wan jî piştrast kir ku ew azaran ji ber sûcên dewleta Tirk dikişînin.”

Back to top button