JinManşêtNûçe

Platfora Çalakiyên hevbeş ên rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê “vegera koçberan” şermezar kir

Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jin di bakur û rojhilata Sûrî de derbarê projeya veger û bi cih kirina milyon koçberan, sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî û pêkanîna siyaseta guhertina demografîk daxuyaniyek da.

Endama Meclisa Jinan a Sûriyê Mekiye Izedîn Hiso û endama rêveber a Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam daxuyanî li pêşiya çerxerêya Efrîn a li rojhilatê Qamişlo xwend.

Daxuyanî wiha ye:

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, ji sala 2011’an ve, dewleta Tirkî a dagirker rola herî xirab lîst wekî dewletek cîran ji Sûiyê re, ku rêzgirtin ji têkiliyên cîrantî re girtibe lê belê destwerdana wê di rewşa hundirîn a Sûriyayê û dagirkirina bajarên wê zagonên navdewletî û mirovî bin pê kirin her wiha hemû rêgezên cîhanî paşguhkirin û bi taybet di herêmên dagirkirî de ku hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê pêk tîne ji kuştin, revandin û dîlgirtina jinan ku rêjeya herî bilind ji wan pêk tê, ta ku gihişte asta sûcên şer û li dijî mirovahiyê.

Daxuyaniyên dawî yên dewleta Tirkî derbarê veger û bi cih kirina milyon koçberên Sûrî ku li Tirkiyê bûn di herêmên bakur û rojhilata Sûriyê yên hatine dagirkirin de piştî ku niştecihên wê bi darê zorê koçber kirin û pê re hilwişandina cihên pîroz û şûnwaran her wiha ferzkirina zimanê Tirkî û guhertina navê dibistan û qadan bi mebesta guhertina erdnîgariya ekolijî û ji holê rakirina nasnameya dîrokî ji herêmê re ku rêjeya herî zêde kurdin, û ev berdewmaiya pêkanîna siyaseta guhertina demografîk e piştî êrîş û dagirkeriya herêmê kir di bin navên cuda de, lê tişte ku tê şermezar kirin alîgiriya hin dewletên ereb mîna Qeter û Kiwêt û piştgiriya darayî ji van rêxistinan re dikin da ku projeya xwe ya dagirkeriyê bi pêş bixe, bêyî ku nirx bide. Mafên herî rewa yên mirovî, ev ji bilî helwesta hikumeta Sûrî ya li dijî gelê wê û berûvajî hêviyên vî gelî û tişta herî metersîdar û bobelat e, ku ev proje ji hêla netewên yekbûyî tê kirin û ev derfetê dide ku careke din rêxistina DAIŞ nûjen bibe û aramiya ku gelên herêmê têde jiyan dikin bikeve metirsiyê de.

Ji ber vê em wekî Platforma Çalakiyên Hevpar yên Tevger û rêxistinên Jinan di bakur û rojhilata Sûriyê de bang li civaka navneteweyî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabe derbarê projeya dewleta tirkî a dagirker ku herêmê dagir dike, ji ber vê divê civaka navneteweyî xeteriya vê projeyê berçav bigre û derfetê nede ku guhertina demografîk pêk were heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbibe û dewleta Tirkî bê ceza kirin li ser sûcên şer yên di herêmê de pêk anîn.

Her wiha bangawaziya me ji Netewên Yekbûyî re ku zextê li dewleta Tirkî bikin da ku li herêmên hatine dagirkirin derkeve û vegere sînorên dewletî. Ji aliyekî din ve bangawaziya me ji gel û pêkhateyên civaka Sûrî re ye, ku li hember projeya dewleta Tirkî bisekinin û dixwaze xewin û xeyalên xwe di pêkanîna hevpeymana Milî de bi cih bike.

 

Back to top button