Rêber Abdullah Ocalan sala 1999`an de di encama komployeke navneteweyî de dîl hate girtin û ji wê demê ve ji mafên xwe yên rewa hevdîtina bi malbatê û parêzerên re bê par dimîne.
Desteya Parastina Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê 13 sûcên ku desthilata Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di girtîgeha Îmraliyê de dewleta Tirk mafên rêbe Abdullah Ocalan bin pê dike.
*Di navbera dozgeriyê û rêveberiya girtîgehan a Tirkiyê de têkiliyeke neyinî heye û pêkanîna desthilata mutleq berdewam dike.
*Rêzgirtina ji rûmetê re û danûstandina mirovî tune ye.
*Veşartina hûngiliyên girêdayî devera hucreyê li ser Desteya Parastinê.
*Rêbertî der barê mafên xwe de ne agahdar e.
*Ji cîhana derve, nexasim malbat û parêzerê xwe bê par e.
*Alîkariya parêzeran an jî peywendî û şêwira bi wan re li ser rêbertî hatiye qedexekirin. Hicet jî parastina ewlehî û başbûna pergala girtîgehê ye.
*Ji mafê serdana malbatê bi taybet bê par e.
*Ji mafên tenduristiyê bê par e. Daxwazên rêbertî û parêzeran ên der barê vê yekê de tên paşguhkirin.
*Ji agahî, madeyên çandî û ragihandinê bê par e.
*Hucreya wî, ji aliyê aliyên têkildar û yên serbixwe nayê kontrolkirin.
*Ne ji mafên rêber Ocalan e ku têkildarî nêzîkatiya pê re gilînameyekê pêşkêş bike, nexasim êşkencekirin û danûstandina hişk.
*Pêkanîna êşkenceyê li ser bing
ANHA