ManşêtNûçe

Emîna Omer: Projeya bicihkirina koçberên sûrî, projeyeke xeter e

Dewleta Tirk bi rêya koçberên Sûriyê siyasetek piralî dimeşîne. Di demên dawî de serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan behsa pilana bicihkirina milyon koçberên sûrî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî kir.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokartîk (MSD) Emîna Omer ji ANHA`yê re axivî û wiha got: “Di destpêkê de dosyaya koçberan di aliyê mirovî de hate bikaranîn. Niha jî di aliyê siyasî de weke kaxizeke serkeftî di hilbijartinên pêş ên dewleta Tirk de tê bikaranîn.”

Omer diyar kir ku armancên dewleta Tirk ji planê eşkere ne, ew jî valakirina herêmên kurdî ji şêniyên wê, guhertina nîşaneyên wê, tunekirina nasnameya wê ya çandî ye û wiha lê zêde kir: “Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe li hember sûcên li herêmên dagirkirî pêk tên, nikare ji berpirsyariya xwe ya li hember van sûcan bireve.”

Emîna Omer diyar kir ku bêdengiya civaka navneteweyî tê wê wateyê ku wê rê daye dewleta Tirk ku sûc, binpêkirinên xwe û pêkanîna komkujiyan, berdewam bike.

destnîşan kir ku projeya bicihkirina koçberên sûrî li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin projeyeke bicihkirinê ya xeter e, armanca wê jî; serweriya dewleta Tirk ferz bike, dagirkirina wê li herêmê berfirehtir bike û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ev proje hebûn, çand û dîroka Kurdan û gelên din dike hedef. Her wiha çareseriya siyasî ya Sûriyê asteng dike. Helbet ev karekî nijadperestî ye û ji bingeha dijminahiya dîrokî ya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û tunekirina Kurdan ji holê, tê kirin.”

Emîna Omer daxuyand ku rêbazên dewleta Tirk heta asteke mezin li gorî nêrîna hikumeta Şamê ye û ev tişt got: “Her du jî li ser esasê desthilatdariya navendî ava bûne ku şêniyan bitirsînin û bigirin da ku wan koçber bikin, her wiha dev ji berpirsyariyên xwe ji bo parastina şêniyan û pêkanîna ewlehiyê berdin.”

Hevseroka MSD`ê Emîna Omer binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Gefan li ewlehî û aramiya civakan dixwe. Guhertina demografiyê li wan herêman mayînde dike. Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û derfetê nede dewleta Tirk ku projeyên wê yên mêtîngeriyê li Sûriyê, pêk bîne.”

Back to top button