DaxuyanîManşêt

Pîrozbahî bi boneya sersala nû

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi boneya hatina cejna sersala nû 2024 pîrozbahî pêşkêş dike ji hemû pêkhateyên neteweyî û olî li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya sûriya û gelên herêmê û cîhanê, hêvî dikin ku sala nû bi xêr û aştî derbas bibe.

Di dema ku em qehremaniya gelê xwe di sala çûyî de silav dikin û berxwedana ku kirin li dijî pergalên zordest yên ku li pey destkeftiyên ku hatine bidestxistin disekinin di destpêka van pergalan rêjîma Tirkiyeyê ya Erdoganî, partiya me hêvî dike ku aramî û ewlehî li Sûriyeyê û rojhilatê navîn serdest be û tevahiya alozî û dozên wê bên çareserkirin di destpêkê de çareseriyeke adlane ji bo doza kurdî weke dergeheke giring ji bo aştiyê li rojhilatê navîn.  Em hêvî dikin ku di sala nû de îradeya gelên blindest yên aştîxwaz bi ser bikeve, em û tevahiya hevalên xwe ji hêzên demokrasî, jîngehî, rêxistinên jinan û ciwanan hewil bidin û xebat bikin ji bo bidawî kirina tecrîda li ser ramanwerê Netewa Demokraîk rêber Abdullah Ocelan di heman demê de ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, di dema ku raman û nêrînên wî bûye riya çareseriyê ji bo hemû gelan di şerê wê yê çarenûsê de li dijî terorê û pergalên zordesta navdendî.

2023-12-30

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

Back to top button