Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha têkbirina destkeftiyên heyî êrişên xwe dewam dike. Di 23’ê Berfanbarê de dagikeriyê li Qamişlo, Amûdê dirbêsiyê û Kobanê nêzî 70 navendên xizmetguzariyê bombebaran kir, di encamê de 8 welatî şehîd bûn, 13 birîndar bûn û ziyaneke mezin a madî pêk hat. Ji bo şermezarkirina van êrîşan tevgera jinên ciwan ya navçeya dirbêsiyê meşekê li darxistin.
Bi sed an şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarê wê her wiha ji kantona cezîrê jî tevlî meşê bûn.