Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pîrozbahiyên gerim ji gelê me yê xiristiyanî û ji tevahiya civaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi boneya hatina cejna Noelê pêşkêş dike
Her wiha meclisa giştî pîrozbahî ji civaka xiristiyanî li tevahiya Sûriyeyê û cîhanê pêşkêş dike, bi hêviya aştî û aramiyê ji gelê Sûriya bi taybet û cîhanê bi giştî re.
Bi vê boneyê em bang li hemû aliyên şer li Sûriyê dikin ku hemû cureyên tundiyê û nakokiyan red bikin, ber bi diyalogê vê bimeşin ya ku parastina gelê sûrî dike ji dagirkerî û terorê ku welat gihaşt asta hilweşînê
Careke din m bi prensîbên xwe yên netewî di parastina şopa şehîdên xwe de û ji bo avakirina civakek azad û demokratîk têdikoşin.
Em hemû hêvî dikin ku aştî pêk were û hemû Sûriyeyî bi ewlehî vegerin malên xwe di bin sîstemeke demokratîk a nenavendî de ku tê de maf û azadî bên parastin.
2023-12-24
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD