ÇalakîManşêtPYD

Partiya Yekîtiya Demokrat li Avusturya civîneke gelêrî li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Ewropayê civîeke gelêrî ji bo civata kurdî û kategoriya ciwanan li paytexata Avusturiya Viyana li dar xist, di çarçoveya hemleya rêxistinî ya ku partî li Ewropayê pêk tîne.

Bi dehan ji ciwanên civata kurdî li paytexta Avusturiya Viyana tevlî civînê bûn bi hazirbûna rêveberiya partiyê li Ewropa ji bo şîrovekirina rewşa rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê û rewşa siyasî ya Sûriyeyê bi taybet û Kurdistanê bi giştî.

Di civînê de bal hat kişandin li ser êrîşên dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê her wiha herêmên parastina rewa li başûrê Kurdistanê û hemleya zordariyê ya ku hikumeta edalet û pêşveçûnê der heqê gelê me yê bakurê Kurdistanê pêk tîne.

Di civînê de mudaxele û nîqaş hat kirin û tekez kirin li ser piştgiriya gelê kurd ji Hêzên Sûriya Demokratîk, wekî din kategoriya ciwanan destnîşan kirin ku ew ê li gorî felsefeya rêberê gelê kurd Abdullah Ocelan û riya şehîdan bişopînin, di civînê de tecrîda li ser rêber APO û bêdengiya navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hat şermezar kirin.

Back to top button