JinManşêtNûçe

Jinên Ciwan bi forumekê piştgirî da pêngava azadiyê

Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê foruma yekemîn bi diruşma ′Bi pênc rêgezên jin azadî, Jin, Jiyan, Azadî ′ li dar xist.

Forum li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate lidarxistin û di forumê de nêzî 100 kesayet û nûnerên ji ′Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgeha Jinan a MSD′ê, Nivîsgeha Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jinan a PYD′ê û nûnerên Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriye′ amaede bûn. Her wiha kesayetên ji Tunis, Filistîn, Lubnan, Şengal û Şamê bi rêya onlinê beşdarî forumê bûn.

Li gorî bernameyê, 5 mijarên sereke tên nîqaşkirin; nîştimanî, vîn, fikra azad, rêxistinên, xweşikbûn û exlaq.

Axaftina destpêkê ji hêla endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Ehmed ve hate kirin. Ronahî bixêrhatina beşdaran kir û got: “Ev forum, di çarçoveya piştgiriya pêngava piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ocalan ku parastina jinan kiriye de pêk hat.”

Ronhaî bal kişand ser rola aktîf a beşa jinên ciwan ji tevahî pêkhateyan ji destpêka Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve û got ev forum nîşaneya girêdana hêz û yekitiyê wan e.

Nîqaşên forumê dewam dikin û dê îro bi encamnameyekê bi dawî be.

Back to top button