ÇalakîManşêt

Partiya me li Şedadê kuştinên ku vîna jin armanc dike şermezar kirin

Di şermezarkirina kuştina endamên jin ên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) (Seda Fêsel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr), bi dehan endamên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser li ber buroya partiyê li navçeya Şedad kom bûn da ku helwesta xwe û redkirina xwe ya kuştina der heqê jinan diyar bikin.

Beşdaran ala Partiya Yekîtiya Demokrat û wêneyên şehîd Seda Fêsel û Hind Letîf bilind kirin, û wan ev kiryara hov ku vîna azad a jinan dike armanc şermezar kirin, piştre daxuyaniyek şermezarkirinê ji hêla Emel El-Huseyn nûnera jin ve li navçeyê hate xwendin.

Emel El-Huseyn diyar kir ku kuştina ku der heqê şehîdên Hind û Seda pêk hat, ew hedefgirtina vîna jin û hewlek ji bo şikandina berxwedan û tekoşîna wê, û tekez kir û got: Kiryarên wiha îsrara me natewîne lê bêtir biryar û biryardariya me zêde dikin ku em pêşve biçin ji bo temamkirina vê projeya demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê temsîl dike, tekez kir: Em ê bimeşin Li ser rêya şehîdan heya ku jinên azad hemû mafên xwe yên rewa bi dest dixin.

Back to top button