DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Ji destpêka şoreşa Rojava û heya roja îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû jin tên hedef kirin, yên ku bi berxwedana xwe li hember adat û kevneşopiyên kevnar ên di civakê de armanc dikin ku vîna jina azad bişkînin, ji ber ku jin bi saya têkoşîna xwe li her derî serkeftî ye, ku di tunekirina terorê de bi leşkerî rola wê ya herî berbiçav hebû, û ew hîn jî şer dike da ku vê zihniyeta DAIŞ’ê biqedîne.

Em di qonaxek pir hesas de ne, ku bi taybetî jinên Ereb ji hêla zihniyeta zilam û zihniyeta DAIŞ’ê ve li wan deveran tên armanckirin, da ku nehêle ew bibin endamê Partiya Yekîtiya Demokrat a ku dixwaze civakek azad li ser bingeha jina azad ava bike, li gorî projeya birayên gelan û hevjiyanê.

Di dîroka 22’ê Çileyê de, Destê xiyanetê gihaşt endamên jin ên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê (Seda Fêsal El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr), li navçeya El-Şedadê, ev kiryar armanc dike ku ewlehiyê xirab bike, îsrara hevalan bitewîne û vîna jina azad bişkîne, ku bi saya xwîna bi hezaran şehîdan pêk hat, wek (Hevrîn, Arîn û Zîlan û hwd..).

Em di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ne û em îro bi rêzdarî û rêzgirtinê radiwestin û biryardariya xwe zêde dikin di riya rûmetê heya temamkirina vê projeyê da ku bigihîjin civakek exlaqî ya bê kuştin û terorîst, û em soz didin xwe û şehîdan, ku em bibin piştgirî ji bo tekoşîna hemû jinan û vîna me ya azadiyê nayê şikandin.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

24/1/2021

Back to top button