ÇalakîManşêt

Partiya me civînek li navçeya Çilaxa li dar xist û 12 endamên meclisa navçeyê hilbjart

Di bin drûşmeya” bi rêxistin û berxwedana gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin û parastina netewa demokrat bikin” partiya me, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD roja Çreşemê 2020-11-4 civînek li navçeya Çilaxa li dar xist, ji bo hilbijartina endamên navçeyê, civîn li navenda Çandê bi beşdarbûna endamên meclisa giştî a Partiya Yekîtiya Demokrat û endamên meclisa navçeya Çilaxa hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo şehîdên azadiyê, piştre Ebdul kerîm Saroxa endamê Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokrat axivî û di derbarê axaftina xwe de li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriya bi taybet axivî.

Saroxan îşaret kir ser siyaseta dewleta faşîzim a Tirkiya, û kiryarên dijmirovahî ku pêk tîne der heqê sivîlan li herêmên ku dagir kiriye, wekî din kiryarên komên terorê yên girêdayî wê ji kuştin, revandin, îşkence û tecawizên dirêjî mal û milkên sivîlan.

Her wiha di navaroka axaftina xwe de îşaret kir li ser destwerdanên Erdogan di gelek dewletan û dawiya wê de nakokiyên di navbera Ezirbêcan û Ermîniya, û şandina çeteyên Sûrî ji bo şerê li dijî Ermîniya.

Ebdul Kermîn Saroxan tekez kir ku haya gelê me ji pilanên Erdogan û siyaseta wî ji bo afrandina fitneyan di navbera me de heye, lê çiqasî hewil bide nikare vîna gelê me bişkîne û projeya me ya li ser pernesîbên netewa demokratîk avabûye.

Ebdul Kerîm Saroxan di dawiya axaftina xwe de tekez kir li ser pêwistiya hevgirtinê û li hember hemû pirsgirêkan û planan bisekinin.

Piştre rapora rêxistinê ya du salan ji aliyê Ebdul Selam hevserokê hevbeş ya boruya Partiya Yekîtiya Demokrat li navçeya Çilaxa hat xwendin.

Piştre Dîwan hat avakirin ji: Neda Hisên endama Meclisa Giştî a partiya Yekîtita Demokrat, Edul Selam Ebas û Bedea Temo hevseroka hevbeş a partiyê li navçeya Çilaxa pêk hat.

Bede Temo hevseroka boruya Partiya Yekîtiya Demokrat li Çilaxa axivî, li ser berxwedana jina azad û deskeftiyên ku bidestxistin ji detpêka şoreşê, û tekez kir li ser pêwistiya li hemberî her kesê ku dixwaze vîna wê yî bi hêz ya ku me li hemû waran dît têk bibe bisekinin.

Her wiha Temo destnîşan kir; Hilbjartina rêveberên meclisa navçeya xezmeta giştî dike, ji bo li ser pirsgirêkên wan bisekinin û çareserkirina wê bi awayekî rast wiha got: Divê kesê guncaw li gihê guncaw be.

Di dawiya civînê de 12 endam hatin hilbjartin ji meclisa giştî li navçeya Çilaxa.

        

Back to top button