ÇalakîManşêt

Partiya me serdana fermandariya giştî ya YPG kir

Duh(25’êTîrmeha2020) şandeyek ji buroya têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD serdana fermandariya giştî yaYPG kir ji bo li ser rewşa siyasî li herêmê bi giştî û li Rojava bi taybet biaxivin, her wiha tekez kirin li ser pêwîstiya li hember hemû gefên ji derve bisekinin.

Şande ji Xelîl Osman û Rohat Mela Xelîl hevserokatiya hevbeş a buroya têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD re pêk hat, her wiha ew ji hêla berdevkê fermî yê Yekîniyên Parastina Gel YPG Nûrî Mehmûd ve hatin pêşwazî kirin

Her wiha li ser projeya Rêveberiya Xweser nîqaşkirin û pêwîstiya gel li hember hemû pirsigrêkan bisekinin.

Gotûbêj di heman demê de li ser piştgiriya derûnî di civakê de hat kirin, û erk û karên dikeve ser milê partiyê ji hişmendî, rêxistin û li hember hemû şêwazê şerê taybet bisekinin.

Herdû aliyan tekez kirin li ser rewşa leşkerî û êrîşên dewleta Tirkiyê û  gefên wê yên heta niha tê meşandin, û divê em weke saziyên leşkerî û sivîl kar bikin bi rûhê berpisyariyê li hemberî wan gefan, û rizgarkirina herêmên me yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine.

Back to top button