ManşêtNûçe

Dagirkeran di hefteya borî de li Efrîna degirkirî 13 welatî revandin

Hat ragihandin leşkerên Tirk li ser sînor 3 ciwanên ji Cindirêsê revandin û li wan xistin û ciwanekî din jî radestî çeteyan kirin.

Kesên hatine revandin, Izedîn Reşîd (17) ji gundê Hemamê yê Cindirêsê, Silava Eyûb Îsa (27) ji taxa Zêdiyê ya Efrînê, Nûredîn Emîn (16) û Mihemed El Îsa (17) ji gundê Birc Ebdala yê Şêrawayê.

Çeteyên dewleta Tirk welatiyên bi navê Feysel Hesen El Mihemed (39) ji navenda Cindirêsê, Mihemed Ehmed Ebdo gundê ji Kibêşînê û Xelîl Henîf Kehfano yê ji gundê Fafirtînê ên Şêrawa,

Mehmûd Ehmed, Mihemed Elî, Yûsif El Qasim, Xelîl Îbrahîm, Cuma Seydo û Merwan Seydo ên ji gundê Basûtê yê Şêrawayê revandin.

Hate diyar kirin heta niha aqubeta kesên hatine revandin ne diyar e.

Ronahî

Back to top button