ManşêtNûçe

Parlamenterê DEM Partiyê ragihand ku binpêkirina mafên mirovan û zexta li girtiyên siyasî dewam dike

Parlamenterê Çewlîgê yê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku li Tirkiyeyê siyaset bi temamî tê xitimandin. Omer Farûk Hulaku got, “Yekane rizgariya ji vê rewşa xitimandî rakirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye.” Hulaku destnîşan kir ku Rêbertî aktorê sereke ye ku tevkariyê li avakirina aştî û demokrasiyê bike û got:”Di çareseriya meseleya Kurd û aştiya civakî de muxatabê herî girîng e. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ji bilî astengiya li pêşiya çareseriya demokratîk û aştiya civakî ne tiştekî din e.”

Omer Farûk Hulaku bal kişand ser dijberiya tecrîdê ya li qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî û anî ziman ku aliyê xwe yê însanî û hiqûqî nîne. Omer Farûk Hulaku diyar kir ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re cografyayek bi temamî tê tecrîdkirin û got, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê atmosfereke welê afirand ku dijberiya civakî û nijadperestî kûr kir. Ji siyaset, bername û nêta rêveberiyeke aştiyane bêpar in. Ji bo xatirê dewamkirina desthilatdariya xwe, ji bo pêşîgirtina li aştî û çareseriya demokratîk Birêz Ocalan tecrîd dikin ku Birêz Ocalan navnîşana çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan ji bilî zexta li ser paşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê nayê tu wateyê.”

Hulaku kampanyayên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka Kurd û biryardariya berxwedan û têkoşînê ya li zindanan û li nava civakê bi bîr xist û got:”Li dijî vê sîstema bêhiqûqî îtirazeke girîng e. Êşkenceyeke bi rêk û pêk heye ku li dijî girtiyên siyasî gihîştiye asteke cidî. Ev yek nîşaneya hiqûqa dijminatiyê ye ku bi biryarên siyasî hatiye girêdan. Li Tirkiyeyê dadgerî di destê desthilatdariya siyasî de dîlgirtî ye. Ji bilî dijminatiya li Kurdan karekî nake.

Hulaku ragihand ku binpêkirina mafên mirovan û zexta li girtiyên siyasî dewam dikin, li dijî malbatên girtiyan jî polîtîkayeke mezin a tepisandinê heye û got, “Li zindanan têkoşîn û berxwedaneke mezin heye. Bi piştevaniya bi malbatên girtiyan, bi piştgiriya ji têkoşîna wan re dawî li vê tarîtiya tecrîdê ya li ser civakê dikare bê anîn.”

Back to top button