ManşêtNûçe

Parlamantera HDP`ê: Gelê Tirkiyê temenê  siyasetên Erdogan ên dijminahiyê dide

Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay diyar kir ku Sêşemê parlamanteran ji hikumeta Tirkiyê xwest ku mijara şandina çeteyan ji bo Azerbêcanê zelal bikin, lê belê wezîrê Derve yê Tirkiyê tu bersiv nedaye wan.

Hikumeta Tirkiyê daxwaza zelakirinê ya ku parlamanteran HDP`ê pêşkêşî Wezîrê Derve Mawlûd Çawîş Uglo kiriye, paşguh dike.

Serpil Kemalbay wiha got: “Heta niha Çawîş Uglo tu bersiv nedaye û em ditirsin ku bersivê nede. Parlamantoya Tirkiyê di qonaxeke herî xerab re derbas dibe, ji lewra dibe ku hikumet bersiva pêşinyarên me nede.”

Serpil wiha dewam kir: “Gelên Tirkiyê temenê siyasetên dijminahiyê yên hikumetê dide. Lewra em nikarin aştiyeke hundirîn pêk bînin û em di nava gelek aloziyan de ne.”

ANHA

Back to top button