ManşêtNûçe

Mezlûm  Ebdê: Tekez dike li ser pêwîstiya parastina pîroz û sembolên gelan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat, Ceneral ” Mezlûm  Ebdê ” li ser hesabê xwe yê fermî di Tiwîterê de, li dijî şewitandina navenda Partiya Demokrata Kurdistan û ala herêma Kurdistana Iraqê ji hêla komek alîgirên Ensar El- Heşd El-Şabî li Bexdayê, ku di tiwîtera xwe de got:

Bi sed hezaran mirovên Kurd li herêma Kurdistanê şehîd ketin, da ku ala xwe hildin, axa xwe ji dîktatorî û terorîzmê azad bikin, û aştî pêk bînin.

Ebdê di tiwîtera xwe de tekez kir: “Şewtandina  al, sembol û navendan ne awayeke medenî ye ji bo vegotina cûdahiyên siyasî”.

Ceneral Mezlûm  Ebdê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, tekez kir: “Divê pîroz û sembolên gelan bêne parastin û yên ku rêgezên jiyana hevbeş binpê dikin divê berpirsiyar bin”.

Back to top button