ÇalakîManşêt

Kesayetên civakî serdana buroya partiya me li Helebê kir

Komek ji kesayetên civakî li Helebê serdana buroya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD kir, kom ji şêxê eşîra El-bû Şaban( Abû Cemal),(Şêrzad Şewket Nesan), û(Selah Hemo)pêk hat.

Di pêşwaziya wan de Hevseroka Hevbeş a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Ayşa Hiso û endamên meclisa giştî yê partiyê li Helebê û endamên meclisa jin.

Piştî bixêrhatina mêvanan herdû alî geşedanên li ser qada Sûrî nîqaş kirin, ku li ser rola Rêveberiya Xweseriya demokratîk di pêşxistina bihevra jiyan û biratiya gelan di nav bera hemî pêkhateyên civaka Sûriyê hate nîqaş kirin, û rola mezin a Eşîrên ereb û kesayetên xwedî bandor di civakê de da ku têgehên neteweya demokratîk were sazkirin.

Şêx Ebû Cemal tekez kir li ser yekîtiya gelê Sûrî, û rê nedin li ber hewildanên çêkirina nakokiyê di nav bera pêkhateyan û bi taybet ji hêla derdoên şerê taybet ên dagikeriya Tirk û çeteyên wê ve, û her wiha ji aliyê rejîma El-Besî ve ku fitne wekî siyasetek xwe dimeşîne.

 

Back to top button