ManşêtNûçe

Parêzerê rêber Abdullah Ocalan xwestin bi lezgînî miwekîlê xwe bibînin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Saziya Înfaz û Cezayê ya Îmraliyê dan û xwestin ku ”bi lezgînî” miwekîlê xwe bibînin.

Ocalan herî dawî 25’ê Adarê bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû lê axaftina wan hatibû qutkirin.

Abdullah Ocalan herî dawî piştî 8 salan parêzerên xwe 2-22’yê Gulanê, 7’ê Tebaxa 2019’an hev dîtibûn. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û wir ve hemû serlêdanên parêzeran bêbersiv hatine hiştin.

Back to top button