ManşêtNûçe

Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir

Hevseroka Giştîa ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Hîşyar Ozsoy, di xwarina ku bi malovaniya Sefîrê Mezin ê Delegasyona Tirkiye û Yekitiya Ewropayê (YE) de bi sefîrên welatên YE’ê re hatin gelhev.  

Li gorî “Mezopotamya Ajansı”, di hevdîtinê de Bûldan, nêrina partiya xwe ya ji bo qrîza siyasî û aborî ya li welat parve kir, her wiha nîqaş, lêkolîn û nîqaşên nav raya giştî yên derbarê hilbijartinên ku nêz dibin de nirxand.

Bûldan, nêrinên xwe yên derbarê tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan anî ziman, û got ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Demîrtaş de pên ne anîne.

Bal kişand ser Doza Kobanê û doza girtiyên HDP’ê.

Di hevdîtinê de Bûldan diyar kir ku rexmî zext, girtin û darizandinan jî HDP hêza xwe mezin dike û di siyaseta pêşerojê ya Tirkiyeyê de weke aktoreke ku encaman diyar bike wê di guhertina siyasî ya welat de roleke girîng bilîze.

Back to top button