ManşêtNûçe

Şandeyeke jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana herêma Baskê kir

Li gorî daxuyaniya buroya ragihandinê ya Kongreya Star, şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser vexwendina fermî ya parlamentoya herêma Baskê, rêxistina ‘Suargi’ û Şaredariya Durangoko, serdana herêma Baskê kir.

Şandeya jinan ji hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen, endama Komîteya Dîplomasiyê ya Kongreya Star Menal Mihemed û endama Komîteya Wêjeyê ya Rojava Narîman Evdikê pêk hat.

Şande ji hêla hevseroka Şaredariya Durangokoyê Ima Garrastatxu, her wiha Julian Riosek, Egoitz Garmendia û hejmareke endamên komeleyan ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya jinan duh serdana Meclisa Şaredariya Durangokoyê kir û li ser destkeftiyên herêma Baskê û tiştên ku piştî şer pêk hatine, nîqaş hatin kirin. Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Rewda Hesen got gelê Baskê piştî şer karî herêma xwe ava bikin ku ev yek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teşwîq dike ku piştî şer herêmên xwe ji nû ve ava bikin.

Rewda Hesen wiha dewam kir: “Em îro dîroka herêma xwe dinivîsin, piştî ku rastî gelek êrişên komên timakar hat. Em dîroka herêmên xwe ji bo nifşên paşerojê dinivîsin.” Her wiha bal kişand ser girîngiya naskirina mafên gelan ên diyarkirina çarenûsa xwe û girîngiya hevgirtina bi gelên din re.

Hevseroka Şaredariya Durangokoyê Ima Garrastatxu got: “Piştî şerê deh salan, hûn jî ji bo ku gel mafên xwe bi dest bixin, tê dikoşin û giraniyê didin parastina jin û kêmneteweyan.”

Herêma Baskê ku rêveberiyeke xweser e, di sala 2017’an de bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peymana hevkariyê îmze kiribû. Di sala 2019’an de jî şandeyeke jinan a herêma Bask serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribû.

ANHA

Back to top button