ManşêtNûçe

Operasyona QSD’ê ya li dijî şaneyên DAIŞ’ê 30 çete girtin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşand di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin.

 “Yekîneyên Antî-Teror yên girêdayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li herêma Dêrazorê li dijî DAIŞ‘ê duh Duşemê di saetên derengî şevê de girtin ser gelek bargehên DAIŞ‘ê yên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê.

Yekîneyên Antî-Terorli ser agahiyên îstîxbartî ji çavkaniyê meydanî girtine ku tevgera şaneyên veşartî yên girêdayê DAIŞ‘ê hene, 21 hedef li gundên Zîban, Şihêl, Zir û deverên li rojavayê Bisêrayê diyar kirin.

Li ser vê yekê Yekîneyên Antî-Teror bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî operasyonên sergirtinê li dijî hedefên navborî pêk anîn. Operasyonên hemwext ji saetên 1‘ê derengî heta 4‘ê sibehê pêk hatin. Di encamê de 30 terorîstên DAIŞ‘ê û kesên bi guman hatin girtin.

Di operasyonan de miqdarek çek û cebilxane ketin destê yekîneyê.

Çekên hatin desteserkirin: “1 çeka sûqastê, 3 klaşînkov, 3 demançe, demançeyek eyarkirî, 5 çercûr, çekek brno, cerçûreke brno, dûrbîneke sûqastê, 15 cercûrên klaşînkov, 3 telefonên destan, 1 zincîra çeka duktryov, 3 rextên klaşinkov, 2 rextên demançe, 2 rawterên înternêtê û 2 kelepçe.”

Back to top button