ManşêtNûçe

“Nûrî Esed” şehîdên kumkujiya Til Hasil û Til Eran bibîr anî

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Nûrî Esed” li herêma Kurdistanê, duh di 28’ê Tîrmehê de salvegera heştemîn ya Til Hasil û Til Eran bi bîr anî, di der barê tevlîbûna wî di bernameya Rojava li ser radyoya “Gelê Kurdistan”.

Nûrî Esed di destpêka axaftina xwe de şehîdên komkujiyê bibîranî û li ser datayên wê sûcê axivî ya ji hêla komên çeteyan pêk hat di dîroka 27’ê Tîrmehê ji sala 2013’an bi pêşengtiya kesê bi navê “Ebdul Cebar El-Ekêdî”, û bi pêşengtiya ji dewleta Tirk, wekî din zêde kir ku ew ne kumkujiya yekemîne, her wiha “Esed” kumkujiya hovane ya li bajarê Qamişlo pêk hat bibîr anî di dîroka 17’ê Tîrmehê sala 2016’an ji hêla rêxistina DAIŞ’ê ya terorist ya ku zêdetirî 60 kes şehîd ketin û 180’ê birîndar bûn, ev êrîş hat di salvegera kumkujiya Til Hasil û Til Eran.

Her wiha nûnerê Partiya Yekîtiya Demokra PYD şoreşa 19’ê Tîrmehê bibîr anî, û îşaret kir ku destkeftiyên şoreşa Rojava di encama bi hezaran şehîdan pêk hat yên ku canê xwe kirin qurban ji bo azadî, rûmet û bi aştî jiyan bikin.

Back to top button