ÇalakîManşêt

Şandek ji Partiya Hevbendiya Niştimanî srdana partiya me li Helebê kir

Şandek ji Partiya Hevbendiya Niştmanî ya Demokrat a Sûrî- şaxê Helebê, duh 28’ê Tîrmehê, serdana buroya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li helebê kir.

Şande ji serokê Partiya Hevbendiya Niştmanî ya Demokrat a Sûrî- şaxê Helebê “Mihemed Arif” û “Hêvîn Şêxo, Cîhan Xibarî û Heyder Ebdo” endamê partiyê, pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de “Emîn Elîko” endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û endamên ji partiyê li Helebê.

Di serdanê de, li ser geşedan û bûyerên siyasî yên li herêmê û rewşa heyî bi giştî hat nîqaşkirin.

Mihemed Arif li ser armanc û pernesîbên Partiya Hevbendiya Niştmanî ya Demokrat a Sûrî, di avakirina Sûriyeke nû ji hemû Sûbiyan re, pêwistiya nîzîkbûna ramanan û yekkirina nerînan di navbera her du partiyan de, axivî.

Emîn Elîko Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat, tekez kir li ser pêdiviya diyaloga niştimanî sûrî ji bo avakirina civakek exlaqî, siyasî, demokrat û nenavendî, û tekez kir ku pirojeya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûrî modela nimûne ji bo çareserkirina aloziya Sûrî ye.

Back to top button