ÇalakîManşêtPYD

Nûnertiya PYD li başûr civîna xwe ya salane li dar xist

Bi drûşmeya “Bi ruhê gelê şoreşgerî em ê dargirkeriyê têk bibin û Sûriya demokrat ava bikin”,  roja înê di dîroka 2022-12-16 nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê û bi beşdariya tevahiya komîteyên wê yên dîblomasî û rêxistinî civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de rewşa siyasî û rêxistinî hat gotûbêj kirin, çalakî û xebatên ku hatiye kirin di sala 2022’an hat pêşkêş kirin, di civînê de endamên partiyê nêrîn, rexndayîn û pirsgirêkên ku li hember wan derketin anîn ziman.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanên şehîdan, civîn bi xwendina hinek perspektîfên rêber Ocelan ya pirtûka “Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk” destpê kir, li ser giringiya rola pêşengtiya jinê di rizgarkirina gelan û dîblomasiya Netewa Demokratîk û giringiya rêxistinkirina gel ji bo civaka siyasî, exlaqî û îkolojîk, piştre rapora Komîteya Dîblomasî ku tê de rewşa siyasî hatiye şîovekirin û çalakiyên ku di sala 2022’an hatiye kirin, hat xwendin, paşê jî rapora rêxistinî û ya nivîsgeha Raghandinê ya nûnertiyê hat xwendin.

Nîqaş hat vekirin li pêşiya komîte û beşdaran da ku nêrîn û pêpşînyarên xwe bînin ziman her wiha pilaneke kar hat dayîn ji bo bibe weke nexşeya çalakiyên sala bê.

Di civînê de rewşa serokatî ya tenduristî û tecrîda li ser hatiye ferzkirin ji hêla dewleta Tirk a dagirker hat nîqaş kirin.

Civîn bi danîna pilaneke ji bo kar ya sala bê bi dawî bû.

Back to top button